Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê: Heta çek neyên danîn, pêvajoya qanûnî dest pê nake

Numan Kurtulmuş
Numan Kurtulmuş

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku parlamento çavdêriya bicihanîna qanûna bêçekkirinê û raportên fermî yên girêdayî hilweşandina PKKê dike, bal kişand ser wê yekê jî ku heta dezgehên ewlehiyê yên rêpêdayî bi temamî piştrast nekin ku ew rêxistin hatiye hilweşandin û çekên wê hatine jikarxistin, pêvajoya qanûnî dest pê nake.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di hevpeyvînekê de ligel kovara "Ortadoğu Analiz"ê, sê berpirsyariyên sereke yên parlamentoyê di qonaxa bê ya destpêşxeriya "Tirkiyeya bê teror" de eşkere kirin.

Kurtulmuş eşkere jî kir ku komisyona taybet a çavdêriyê bo şopandina bicihanîna wê qanûnê tê pêkanîn. Herwesa parlamento dê pêdaçûnê bo hilweşandina dezgehên ewlehiyê li ser hilweşandin û çekdanîna PKKê û biryarên hikûmetê li ser dozên kitekesî dike.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tekez jî kir ku pêdivî ye dezgehên ewlehiyê yên rêpêdayî bêyî ti gumanekê biselmînin ku ew rêxistin bi temamî hatiye hilweşandin û çekên wê hatine jikarxistin, herwesa ragihand: "Heta ev diyarikirin neyê kirin, pêvajoya qanûnî birêve naçe."

Parlamentoya Tirkiyeyê di 10ê Tebaxê de qanûna çarçoveyê pejirandibû. Kurtulmuş ron jî kir ku bicihanîna vê qanûnê pêdivîtî bi zelalî, serederîkirina wekhev û çavdêriya bibandor heye, diyar jî kir ku çekdanîn tenê amanca dawiyê nîne, belkî pêdivî ye ew pêvajo pişkdariya demokratî û welatîbûnê xurttir bike, herwesa pêkhateya yekgirtî ya Tirkiyeyê û zimanê fermî yê wî welatî biparêze.

Di derheqa deverê de jî, Kurtulmuş bal kişand ser wê yekê ku nabe ji niha û şûn de komên çekdar ên li derveyî deshilatdariya dewletê wekî aktorên siyasî yên rewa serederî ligel bê kirin, rêzgirtina li serwerî, yekparçeyiya axê û welatîbûna wekhev li Îraq, Îran, Sûriye û Libnanê divê bibe bingeha hevpar. 

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê behsa wê yekê jî kir ku ne mimkin e ezmûna Tirkiyeyê bi rengekê temam li Îraq û Sûriyeyê bê bicihanîn, ji ber ku rewşa dîrokî û civakî ya wan welatan cuda ye, belkî tiştê ku dikare bê veguhastin tenê rêçare û rêbaz in.

Tirkiye û Îraq di 23ê Îlonê de li ser vegerandina deshilata temam a dewletê bo Şingalê û bidawîanîna hebûna komên çekdar ên neqanûnî yên biyanî li hev kir, ev jî li gorî ragihandineka hevpar piştî civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li NûYorkê bû.