Balafirxaneyan Hewlêr û Celal Talebanî geştên xwe bo Îranê rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Hêla Asmanî ya Mahanê ya Îranî li Îraq û Herêma Kurdistanê bo Kurdistan24ê ragihand ku biryar bû îro geştên wan ên asmanî bo Balafirxaneya Hewlêrê û Balafirxaneya Celal Talabanî li Silêmaniyê hatibam kirin, lê ji wan re hatiye ragihandin ku ew rêpêdayî nînin û geştên wan hatine hilweşandin.
Rêveberê Hêla Asmanî ya Mahanê ya Îranî li Îraq û Herêma Kurdistanê Serseng Memundî di daxuyaniyeka taybet de bo Kurdistan24ê ragihand: "Biryar bû ku îro geşteka me ji Tehranê bo Hewlêrê û berevajî jî ji Hewlêrê bo Tehranê hebe, lê şevêdî ji me re hat ragihandin ku rêpêdayî nîne." Amaje jî kir: "Her bo îro, geşta asmanî ya kompaniya me bo bajêrê Silêmaniyê jî hilweşiya."
Di derheqa sedema hilweşandina wan geştan de jî, Rêveberê Hêla Asmanî ya Mahanê ya Îranî eşkere kir: "Wan balafirxaneyan bi xwe ti arêşeyek ligel geştên me nîne, lê kompaniya “Dnata”yê û hejmareka kompaniyên din karên xwe li balafirxaneyan nakin."
Kompaniya Mahanê her heftiyê 3 geştên çûn û hatinê bo Herêma Kurdistanê hene; rojên Sêşem û Înî bo Hewlêrê û berevajî jî bo Tehranê, herwesa rojên Înî jî geşta wê bo Silêmaniyê û berevajî jî bo Tehranê heye.
Ji aliyekî din ve jî li gorî nivîsareka fermî û bilez a Balafirxaneya Navdewletî ya Necefê, ku pêşkêşî her sê rêveberên westgehan û hêlên asmanî hatiye kirin, hatiye: "Ji ber rênimayiyên fermî yên aliyên peywendîdar, biryar li ser rawestandina hemî geştên asmanî (hatin û çûn) di navbera balafirxaneya Necefê û Komara Îslamî ya Îranê dehat dan."
Di wê nivîsarê de behsa wê yekê jî hatibû kirin ku ew biryar ji seet 02:00 ê serê sibeha îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, çûye di warê bicihanînê de û heta haydarkirineka din dê berdewam bibe.