Medyaya Tirkiyeyê: 2000 çekdarên YBŞê têkelî artêşa Îraqê dibin

Şingal
Şingal

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyaka fermî ya Tirkiyeyê eşkere dike ku Enqere û Bexda bo bidawîanîna hebûna çekdarên PKKê li Şingalê gihîştine lihevkirinekê û biryar e ku zêdetirî du hezar çekdarên girêdayî YBŞê têkelî rêzên artêşa Îraqê bêne kirin.

Rojnameya “Hurriyet”ê ya nêzîkî deshilata Tirkiyeyê di raportekê de belav kir ku di çarçoveya bizavên hevpar ên di navbera her du welatan de, biryar hatiye dan ku du hezar û 200 çekdarên “Yekîneyên Berxwedana Şingalê” (YBŞ) çekan berdin û têkelî pêkhateya artêşa Îraqê bibin. 

Ev pêngav jî piştî civîna di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de di çarçoveya civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li NûYorkê hat avêtin.

Rojnameya navborî ji zarê çavkaniyeka ewlehiyê ve amaje jî kir ku devera Şingalê wekî “Qendîla Duyê” dihat hesibandin û rêyeka sereke ya lojîstî bû bo veguhastina çek û çekdaran di navbera Qendîl, Kampa Mexmûrê û Rojavayê Kurdistanê de; ev jî ji ber cihê wê ya çiyayî, hebûna toreka berfireh a tunêl û heşaran, û dûriya wê ya 80 kîlometrî ji sînorên Tirkiye û Sûriyeyê.

Di parekî din a wê raportê de hatiye ku asayîkirina rewşa Şingalê û tevlîkirina wan çekdaran bo nav artêşa Îraqê serweriya dewletê xurttir dike û hevahengiya ewlehiyê ya navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê dibe qonaxeka bilindtir, ev jî dibe faktoreka sereke bo çespandina aramiyê û derfetê bo destpêkirina projeya aborî ya mezin a navdar bi “Rêya Pêşxistinê” xweş dike.

Ev pêşveçûn di demekê de ne ku di ragihandina hevpar a civîna NûYorkê de, Enqere û Bexdayê tekez li ser piştgirîkirina hevkariyên ewlehiyê, sepandina deshilata temam a dewletê li ser qezaya Şingalê û nehêlana hebûna hemî komên çekdar ên qedexekirî kiribû.