PSK: 25ê Îlonê hêvî ye ji bo paşeroja azad

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di salvegera 9ê ya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir, û tê de ragihand ku îradeya di 25ê Îlona 2017ê de derketî holê sembola hêvî û mafê diyarkirina çarenivîsê ye, herwesa tekez li ser girîngiya yekîtiya neteweyî û parastina destkeftiyan jî kir.

Peyama Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

 

25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad

Ji bo agadariya giştî

Di 25’ê Îlona 2017an da, Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi rêya referandumê îradeya xwe ya ji bo serxwebûnê bi awayekî demokratîk û aştiyane derxist holê.

Ev roj, ji bo Gelê Kurd, bû sembola hêvî, azadî û mafê nişan kirina çarenivisa xwe bi destê xwe. 

Îradeya ku di 25’ê Îlonê de derket holê, îradeya gelek e ku dixwaze paşeroja xwe bi destê xwe ava bike.

Îro, neh sal piştî referandumê, ew hêvî hîn jî zindî ye. PSK bawer dike ku diyar kirina çarenusê xwe, mafê gelê Kurd e, mafekî bingehîn û rewa ye û divê bi rêyên demokratîk û aştiyane were pêkanîn.

25’ê Îlonê tenê bîranîna rojeke dîrokî nîne; ew bîranîna îradeyeke zindî û hêviya paşerojeke azad e.

Di vê qonaxê de, yekîtiya Kurdan, hevkariya hêzên siyasî û parastina destkeftiyên neteweyî ji her demê zêdetir girîng in. Cudahiyên me divê nebin sedema dûrketinê, lê divê bi diyalog û rêbazên demokratîk werin çareser kirin.

Bi gor baweriya PSK azadiya gelê me dê bi yekîtiya gel û têkoşîna demokratîk misoger bibe. Encama Referaduma 25ê îlonê baweriya hanê bi hêztir dike.

Bijî azadî!

Pîroz be Referanduma 25ê Îlonê!

Bijî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd!

PSK – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

24’ê Îlona 2026an