Kosret Resûl di salvegera Referandûmê de: Îro rojekê dîrokî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berê yê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî di salvegera 9ê ya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de ragihand ku serperiştîkirina Referandûmê li Kerkûkê û deverên Kurdistanî ji bo wî mezintirîn serbilindî û yek ji rojên dîrokî û xweş ên jiyana wî ye.
Cîgirê Pêşû yê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera Referandûmê de vîdyoyek li ser tora civakî ya Facebookê belav kir û li ser nivîsiye: "Ji bo min mezintirîn serbilindî ye, yek ji rojên dîrokî û xweş ên jiyana min e, ku serperiştîkirina Referandûmê li Kerkûkê û deverên me yên Kurdistanî wekî erkekî nîştimanî û neteweyî hatibû bi min hatibû dan."
Kosret Resûl Elî herwesa nivîsiye: "Di rûdaneka dîrokî û kêmwêne de, xelkê Kerkûkê û deverên Kurdistanî di Referandûmê de dengê xwe da û Kurdistanîbûna wan deveran careka din îsbat kir."
Îro neh sal li ser Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê re derbaz bûn, ku tê de nêzîkî 93% ji xelkê Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya wê bi “Belê” deng bo serxwebûnê dabû.
Li roja 7ê Hezîrana 2017ê, di civîneke berfireh de bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û bi pişkdariya piraniya herî zêde ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, biryareke dîrokî hat dan. Biryar ew bû ku di 25ê Îlona 2017ê de gelê Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê çarenivîsa xwe diyar bike.
Di 25ê Îlona 2017ê de, karnavaleka neteweyî ya bêhempa li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve biçe. Encama wê jî dîrokî bû; zêdetir ji 92% ya xelkê Kurdistanê bi “belê” dengê xwe bo serxwebûnê da. Li gorî gotina çavdêrên navdewletî jî, di cîhanê de ew yek ji paqijtirîn û demokratîktirîn pêvajoyên dengdanê bû.