Li ser rêya Pêncwîn – Başmaxê tankeke gazê teqiya: kuştî hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rêya Pêncwîn – Başmaxê, di dema lêhîmkirinê de, tankeka gazê li firoşgeheka gazê teqiya û di encamê de du kesan, piştî veguhastina wan bo nexweşxaneyê, ji ber dijwariya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Qaymeqamê Pêncwînê Ednan Kakereş îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, bo Kurdistan24ê ragihand ku li firoşgeheka gazê ya li ser rêya Pêncwîn - Başmaxê û di dema lêhîmkirinê de tankeka gazê teqiyaye û di encamê de du kes bi dijwarî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Şehîdan li Pêncwînê Renc Azad bo Kurdistan24ê got: "Piştî veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyê, birînên wan gelek dijwar bûn û çi çareserî mifadêr nebûn, lewma her duyan jî jiyana xwe ji dest da."
Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, yek ji wan birîndaran xelkê Pêncwînê ye û nasnameya kesê din jî heta niha nediyar e.