Karwanekî din ê termên qurbaniyên enfalê bo xaka Kurdistanê tê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbasbûna dehan salan di ser komkujiya Enfalê re û mayîna wan li gorên bikom ên çolên başûrê Îraqê, karwanekî din ê termên pîroz ên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerin hembêza niştiman.

Rêveberiya Parastina Gorên Bikom û Kesên Windabûyî ya ser bi Dezgeha Şehîdan a Iraqê, bi hevkariya Tiba Dadî ya Bexdayê, hemû amadekariyên xwe yên ji bo radestkirina termên van 153 qurbaniyan bo Herêma Kurdistanê qedandine.

Hat ragihandin ku tevahiya van 153 termên hatine dîtin ên jin û zarokan in, ku di dema qonaxên tawanên Enfalê de ji aliyê rejîma berê ya Baasê ve hatibûn enfalkirin û zindî li çolan hatibûn binaxkirin.

Ev term beriya niha ji aliyê tîmên lêgerîn û pişknînê ve li goreke bikom a li devera biyabana Semawayê hatibûn dîtin û derxistin; devereke ku ji bo qurbaniyên Enfalê bûbû goristaneke komî ya bêdeng.

Biryar e hemû termên qurbaniyan radestî aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên kirin bi mebesta veguhestin û veşartina wan a demkî.

Ev pêngav di çarçoveya hewldanên berdewam ên mirovî û niştimanî de ye bo aşkerekirina çarenivîsa qurbaniyên bêserûşûn û belgekirina tawanên jenosîdê yên li dijî gelê Kurd.

Tîmên pispor dê li ser terman pişknînên taybet ên zanistî (DNA) encam bidin, da ku nasnameya wan bê piştrastkirin. Piştî bidawîbûna van rêkaran, termên şehîdan dê bi awayekî fermî û bi rêzgirtin radestî malbatên wan bên kirin, da ku li cih û warên xwe bi xakê bên spartin.