Trump pêşniyaza agirbestê ya Îranê red kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyazeke Tehranê ya ji bo ragihandina agirbesteke 7 rojî û vekirina Tengava Hurmizê li hember rakirina sizayan û dorpêça deryayî red kir. Hat ragihandin ku Trump ji bo girtina biryareke yekalîker, li benda guhartinên piştî hilbijartinên nîvdemî yên Kongreya Amerîkayê ye.
Li gorî rojnameya Wall Street Journal (WSJ), Trump ji alîkarên xwe re daye zanîn, dibe ku piştî hilbijartinên meha Mijdarê, bombebarankirina Îranê ji nû ve were destpêkirin. Rojname balê dikşîne ser wê yekê ku helwesta niha ya Washingtonê nîşan dide ku bijardeya şer û aştiyê ber bi alozî û operasyonên leşkerî ve diçe.
Mercên Tehranê çi bûn?
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, ku li New Yorkê beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî bibû, şertên welatê xwe bi rêya nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff gihandibû Washingtonê.
Araqçî ji bo medyayên navdewletî yên wekî The New York Times û The Guardian ragihand, eger mercên wan bên qebûlkirin, di nav 7 rojan de Tengava Hurmizê dê were vekirin û danûstandinên atomî dest pê bikin.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, mercên sereke yên Tehranê ev bûn:
- Ragirtina liv û tevgerên çekdarî: Ji bo heyama 7 rojan li tevahiya Rojhilata Navîn, tevî Libnanê, hemû êrîş rawestin.
- Vekirina Tengava Hurmizê: Li hember bidawîanîna dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser benderên Îranê.
- Azadkirina sermiyanê: Azadkirina samanên cemidandî yên Îranê ku herî kêm 12 milyar dolar tê texmînkirin.
- Rakirina sizayan: Rakirina sizayên li ser hinardekirina petrola Îranê.
Herwiha Berdevkê Supaya Pasdaran Husên Muhibî ji bo ajansa AFPyê destnîşan kir ku bidawîkirina şerê li Yemenê jî yek ji mercên sereke yên Tehranê ye.
Helwesta Amerîkayê: Dorpêç ranabe
Li hember vê pêşniyazê, rayedarên Amerîkî ji Tehran û aliyên navbeynkar re ragihandine ku Trump ti niyazeke wî ya rakirina dorpêça deryayî nîne. Washington di wê baweriyê de ye ku girankirina guvaşên aborî dê di dawiyê de Îranê neçar bike ku li gorî şert û mercên Amerîka û welatên Kendavê peymanekê îmze bike.
Her çend Trump bi aşkere dibêje ku piştî hilbijartinan, Îran bi xwe dê ji bo hilweşandina bernameya xwe ya atomî daxwaza rêkeftinê bike jî, li pişt deriyên girtî gumanên wî hene ku Tehran şertan bipejirîne û bijardeya lêdana asmanî li ser maseyê dihêle.
Lê belê çavkanî didin zanîn ku Trump di heman demê de li ser destpêkirina operasyonên mezin dudil e, ji ber ku Washington dixwaze embarên çek û cebilxaneya xwe ji bo rewşên awarte yên cîhanî biparêze.