Zevî li ser Pêşmerge, hêzên navxwe û karmendên girêbest tên dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya qonaxeke nû ya proseya dabeşkirina parçezeviyan de li Herêma Kurdistanê, navên 2 hezar û 500 karmendên Hêzên Ewlekariya Navxwe û Pêşmergeyan ji bo pesendkirinê, arasteyî Enc[mena Wezîran hatin kirin.

Serperiştiyarê Tîma Hûrbînî û Rêkxistina Forma Dabeşkirina Zeviyan li Wezareta Şaredarî û Geştuguzarê, Serbest Mewlûd ji Kurdistan24ê re ragihand: “Navên 2 hezar û 500 fermanber û endamên Hêzên Navxwe û Pêşmergeyan ji bo Encûmena Wezîran hatine bilindkirin.

Derbarê dabeşkirina zeviyan bo mamoste û fermanberên bi girêbest, Serbest Mewlûd aşkere kir, Wezareta Darayî û Aborî amar û daneyên tevahiya wan karmendan amade kirine û radestî Encumena Wezîran kirine.

Mewlûd tekez kir, piştî wergirtina erêkirin û razîbûna fermî ji Encûmena Wezîran, dê pêdaçûn û hûrbînî li ser navan bê kirin û ew karmend jî dê li gorî heman merc û rênimayên fermanberên hertimî bibin xwedî parçezevî.

Hefteya borî, Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Hadî diyar kiribû, tîmên wan mijûlî amadekirina rêkarên pêwîst in ji bo destpêkirina qonaxa nehemîn a dabeşkirina zeviyan di nav sînorê Şaredariya Hewlêrê de.

Di 27ê Adara 2024an de, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, biryareke giring derxistibû ku li gorî wê biryarê, parçezevî li ser tevahiya wan fermanber û mûçexuran bêne dabeşkirin ku berê sûd ji dabeşkirina zeviyan wernegirtine.

Piştre di Gulana 2024an de, Wezareta Şaredarî û Geştuguzarê li gorî xala 57an a Qanûna Birêvebirina Şaredariyan (Jimare 6 a sala 1993an a sererastkirî), rênimayên fermî di rojnameya fermî ya "Weqayî'î Kurdistan"ê de belav kirin.