Dîasporaya Kurdistanê peyama referandûmê digihîne parlemanên çar welatên Ewropayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê (KDK) bi boneya derbasbûna 9 salan di ser lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re, li 4 welatên Ewropayê helmeteke berfireh a dîplomatîk da destpêkirin û peyamên fermî yên gelê Kurd gihand nûnerên parlemanên Swêd, Almanya, Fînlenda û Norwêcê.
Ev çalakiyên dîplomatîk di çarçoveya hewldanên saziyên dîasporayê de ne, ji bo zindîhiştina dosyeya referandûmê û gihandina daxwazên rewa û siyasî yên neteweya Kurd bo navendên biryardanê yên li parzemîna Ewropayê.
Li Stockholmê, şandeke pilebilind a Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê bi serokatiya Îsmaîl Kamîl û bi beşdariya endamên komîteya rêveber û çalakvanan, li ber avahiya Parlemana Swêdê kombûneke siyasî û dîplomatîk lidar xist.
Şandeyê li wir daxuyaniyeke fermî radestî nûner û fraksiyonên ser bi hemû partiyên siyasî yên Swêdê kir. Di daxuyaniyê de tekezî li ser mafên rewa û demokratîk ên gelê Kurdistanê hat kirin û daxwaz ji saziyên biryardanê yên cîhanî hat kirin ku piştgiriyê bidin doza neteweyî ya Kurdan.
Li Almanyayê, şandeke dîasporaya Kurd serdana Parlemana Herêma Nordrhein-Westfalenê ya li bajarê Dusseldorfê kir û ji aliyê berpirsên parlemanê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de, qonaxên dîrokî, mirovî û siyasî yên referandûmê hatin şirovekirin. Herwiha behsa êş û qurbaniyên mezin ên xelkê Kurdistanê hat kirin; ji wan jî tawana Enfalê, kîmyabaranbûna Helebceyê û jenosîda Barzaniyan. Di heman demê de, rola qehremanane ya Hêzên Pêşmerge di şikandina terorîstên DAIŞê û parastina mirovahiyê de bi bilindî hat nirxandin.
Li paytexta Fînlandayê, Helsînkî, şandeke hevbeş a Ofîsa Navendî ya Konfederasyonê û Şaxê Fînlenda yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Parlemana Fînlandayê kir.
Şandeyê dosyeya daxwazan radestî parlementera Hevpeymaniya Çep û Seroka Koma Dostaniya Fînlenda-Kurdistanê ya li parlemanê, Laura Meriluoto kir. Di civînê de bang li yasanasên Fînlandî hat kirin ku piştevaniyê bidin îrade û encamên Referandûma Serxwebûnê. Herwiha rola Serok Mesûd Barzanî ya di rêberîkirina vê qonaxa dîrokî de bilind hat nirxandin.
Li Osloyê jî nûnerên Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê tevî Federasyona Ciwanan serdana Parlemana Norwêcê (Storting) kirin. Şandeyê peyama Kurdan radestî parlamenterê Partiya Karkeran a desthilatdar Frode Jacobsen kir.
Jacobsen soz da ku peyam û daxwazên civaka Kurd rasterast bigihîne endamên parlemana Norwêcê.
Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê di dawiya peyama xwe de ragihand ku ew ê xebat û hevdîtinên xwe yên dîplomatîk bi parleman û saziyên navneteweyî yên Ewropayê re bê rawestan bidomînin.
Referandûma Serxwebûnê di 25ê Îlona 2017an de li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê pêk hatibû û zêdetirî %92ê dengdêran dengê "Belê" dabûn serxwebûnê.