Ozgur Ozel li ser bûyera xwekuştina xaneşînekî: Em li ber teqîneke civakî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê, polîsekî xanenişîn ê 60 salî di dema çalakiya xanenişînan a li ber avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn de dawî li jiyana xwe anî. Bûyerê di nava raya giştî û aliyên siyasî de karvedan û hêrseke mezin bi xwe re anî.
Karmendên xanenişîn ev demeke li ber Dadgeha Destûra Bingehîn li hev dicivin û daxwaza dadperweriyê dikin. Çalakvan daxwaz dikin ku ew rêjeya zêdekirina mûçeyan a ji bo fermanberên serkar hatiye diyarkirin, ji bo wan jî bê pejirandin. Di dema berdewamiya çalakiyê de, polîsê xanenişîn ji ber şert û mercên giran ên jiyanê û nediyariya rewşa xwe ya aborî, bi çekê dawî li jiyana xwe anî.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî karvedaneke pir tund nîşanî bûyerê da û ragihand, ew bi bihîstina vê nûçeyê re rûbirûyê şokeke mezin bûne.
Ozel herwiha got: “Hêrseke mezin di nava xanenişînan de kom dibe. Em li ber teqîneke civakî ne. Mijar êdî gihîştiye asta serhildanê. Mixabin tiştekî ku nedihat hizra ti kesî rûda. Divê rêvebirên dewletê vegerin û li vî karî binêrin. Êdî bes e! Xanenişînek dawî li jiyana xwe tîne; lê ka lê binêrin medyaya desthilatê çiqas cih dide vê karesatê? Beriya ku êşên girantir rû bidin, divê yan sindoqa hilbijartinê were pêşberî welatiyan yan jî demildest rewşa aborî ya xanenişînan were başkirin.”