Hewlêr di dabînkirina xizmetguzariya 5G de dibe pêşenga Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê di warê pêşxistina binesaziya înternet û teknolojiyê de gavên berbiçav diavêje. Xebatên ji bo xistina gerê ya xizmetguzariya înterneta nifşê pêncemîn (5G) gihîştine qonaxa dawî û amadekariyên pêwîst hatine temamkirin.

Rêveberê Giştî li Wezareta Veguhestin û Gehandinê ya Herêma Kurdistanê Dr. Cemal Berzincî ji Kurdistan24ê re ragihand, di serdana wan a dawî ya bo Bexdayê de, ligel Wezareta Gehandinê ya Iraqê û Komîsyona Gehandin û Ragihandinê (CMC) li hev kirine ku komîteyeke hevbeş ava bikin. Armanca sereke ya vê komîteyê çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawêstî û avêtina gavên pêwîst e ji bo rakirina astengiyên di vî warî de.

Derbarê destpêkirina xizmetguzariya 5Gê de, Berzencî da zanîn ku ev mijar yek ji tewereyên sereke yên danûstandinên ligel hikûmeta federal bûye. Tê çaverêkirin ku xizmetguzariya 5G di dawiya vê salê de yan jî di destpêka sala bê de, bi hevahengiya ligel Bexdayê bi fermî bikeve xizmetê.

Li gorî gotina Berzencî, li Herêma Kurdistanê binesazî û hemû amadekariyên teknîkî hatine qedandin. Hewlêr amade ye ku wek yekemîn bajar li seranserê Iraqê vê teknolojiya nû pêşkêşî welatiyan bike û ji bo destpêkirinê tenê çaverêya hevahengiya aliyên peywendîdar ên Bexdayê tê kirin. Beriya niha jî Wezîrê Gehandinê yê Hikûmeta Federal destnîşan kiribû ku Herêma Kurdistanê di vî warî de gelekî pêş ketiye û gavên berbiçav avêtine.

Derbarê xizmetguzariya înterneta peykî ya "Starlink"ê de jî, Berzencî ronî kir ku reşnivîsa peymanê li Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin û ji bo îmzekirina fermî ligel şîrketa "SpaceX"ê, tenê pêdivî bi pesendkirina civatê maye.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Gehandinê her wiha hişyarî da ku heta niha ti firoşkar yan nûnertiyeke fermî ya amûrên Starlinkê li Herêma Kurdistanê nîne.