Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî destxweşiyê li Kurdistan24ê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, ji ber pêngava wê ya bihêzkirina gihîştina kesên kêmendam û xwedî pêdiviyên taybet bi nûçe û zanyariyan, destxweşî li kanala "Kurdistan24"ê kir.
Nivîsgeha Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî di daxuyaniyekê de diyar kir, bikaranîna zimanê îşaretê di bername û bultenên nûçeyan de yek ji rasparde û pabendiyên navneteweyî yên di warê mafên kesên xwedî pêdiviyên taybet de ye. Armanca sereke ya vê pêngavê ew e ku derfeta gihîştina wekhev a bi zanyarî û peyamên medyayî ji bo hemû çîn û takekesên civakê were dabînkirin.
Li gorî daxuyaniyê, ev rêkar di çarçoveya bicihanîna "Plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Mafên Mirovan" de pêk tê. Nivîsgeha Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî bi hevahengiya ligel Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan, rêkarên taybet amade kirine û ji kanalên televîzyonê xwastine ku di dema weşandina nûçe û bernameyên xwe de zimanê îşaretê bi kar bînin.
Di vê çarçoveyê de, nivîsgehê pêzanîna xwe ji bo Kurdistan24ê anî ziman ku ev rasparde bi awayekî kiryarî xistiye warê cibicîkirinê û di belavkirina nûçeyên xwe de dest bi bikaranîna zimanê îşaretê kiriye; pêngavek ku roleke girîng di dabînkirina mafê agahdarkirina kesên kêmendam de dilîze.
Nivîsgeha Koordînatorê Raspardeyên Navdewletî hêvî xwest ku ev destpêşxeriya Kurdistan24ê bibe mînakeke serkeftî û hander ji bo hemû kanal û saziyên din ên medyayê yên li Herêma Kurdistanê, da ku ew jî gavên hevseng bavêjin û beşdarî di dabînkirina gihîştina wekhev a hemû welatiyan bi nûçeyan de bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku hevkarî û tevlêbûna saziyên ragihandinê stûneke sereke ye ji bo pêkanîna raspardeyên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan, û her wiha ji bo avakirina qadeke dadperwerane û berfireh ji bo gihîştina azadane bi agahiyan.