Nivîskar û helbestvana kurd Nisrîn Têlo li Norwêcê koça dawî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û helbestvan Nisrîn Têlo piştî têkoşîneke dirêj a li dijî nexweşiyeke giran, îro 26ê Îlonê Norwêcê koça dawiyê kir.

Nisrîn Têlo li pey xwe mîrateyeke dewlemend a wêjeyî û rewşenbîrî ku ji çîrok, helbest û gotarên bi nirx pêk tê, ji pirtûkxaneya kurdî re hişt.

Nisrîn Têlo keça têkoşerê naskirî yê kurd Ebdilqadir Têlo ye. Ew li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû û di malbatek û jîngeheke niştimanperwer de mezin bû ku bandoreke mezin li ser bîr û baweriyên wê yên wêjeyî kir.

Nisrîn Têlo di sala 1979an de lîsansa xwe di beşa Erdnîgariyê wergirt. Piştre wê bi salan li dibistanên amadeyî (lîse) yên bajarê Qamişloyê wek mamoste xizmeta hînkirin û perwerdekirina nifşên nû kir.

Hevdem digel karê mamostetiyê, agirê evîna wêjeyê di dilê wê de geş bû; wê di destpêkê de bi zimanê erebî dest bi nivîsandina helbestan kir, lê piştre berê xwe da zimanê dayikê û bi zimanê kurdî afirand. Helbest û kurteçîrokên wê di hejmarek kovar û rojnameyên girîng ên wê serdemê de hatin weşandin.