Dihok: Hunermend û lîstikvanê navdar ê komedyayê Ebdulselam Silêman koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend û lîstikvanê naskirî yê komedyayê Ebdulselam Silêman ku bi nasnavê "Ebo" dihate naskirin, di temenê 60 saliyê de di rûdaneke diltezîn de koça dawî kir.
Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê îro 26ê Îlona 2026an bi daxuyaniyekê, nûçeya wexerkirina hunermend ê Ebdulselam Silêman piştrast kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi mixabinî ve em nûçeya wexerkirina hunermend û karmendê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî, Ebdulselam Silêman ê navdar bi (Ebo) di rûdaneke diltezîn de radighînin. Xwedayê mezin canê wî bi bihişta berîn şad bike û sebir û hedarê bide malbat, kesûkar û hemû heval û hezkiriyên wî."
Ebdulselam Silêman di sala 1966an de li taxa Xaneqa ya bajarê Hewlêrê ji dayik bûbû, lê jiyan û xebata xwe ya hunerî bi piranî li bajarê Dihokê meşand.
Ew yek ji stûn û kesayetên herî berbiçav ên qada komedyayê bû. Wî bi rolên xwe yên komedîk di warê şano, drama û sînemayê de, her wiha bi rêya pêşkêşkirina stranên qerfî û şad, cihê xwe di dilê xelkê de çêkiribû û şopeke mayînde li devera Badînan û seranserê Kurdistanê li pey xwe hişt.