Li Kirmaşanê 100 hespên resen ên kurdî di festîvalekê de hatin pêşandan

Navenda Nûçeyan (K24) – Deşta Mayeştê li parêzgeha Kirmaşanê, ku wek warê dîrokî yê hespê resen ê kurdî tê naskirin, mêvandariya festîvaleke berfireh a hespsiwariyê kir. Di bin navê "Festîvala Siwarên Mayeştê" de, 100 hesp û siwar ji heşt parêzgehên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê beşdar bûn.

Li Deşta Mayeştê ku 20 kîlometre dûrî bajarê Kirmaşanê ye, festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin. Di vê festîvala yekrojî de, siwar û hespên resen ên kurdî ji parêzgehên Kirmaşan, Sine, Urmiye, Tewrêz, Îlam, Hemedan, Îsfehan û Zencanê amade bûn. Armanca sereke ya vê çalakiyê danasîna Deşta Mayeştê ye, wek hêlîna resen a vî regezê kêmwêne yê hespan û afirandina derfetekê ji bo veguhastina ezmûnan di navbera siwaran de.

Cîgirê Serokê Desteya Siwariyê li parêzgeha Kirmaşanê û xwediyê hespê, Mezda Teymûriyan, li ser amadebûna xwe got: "Ez ji temenê pênc saliyê ve bi kedîkirin û xwedîkirina hespan ve mijûl im. Navê vî hespê min 'Adryan' e; min bi xwe ji dema ku heft mehî bûye ve xwedî kiriye û perwerde kiriye. Niha temenê wî nêzîkî 10 heta 11 salî ye û beşdarî gelek pêşangeh û festîvalên seranserî bûye. Li Kirmaşanê jî ev cara heştem an dehem e ku li ser hev çalakiyeke bi vî awayî tê lidarxistin. Pêşwaziyeke gelekî baş lê hate kirin û bi hêviya Xwedê di salên bê de jî em ê di xizmeta hezkiriyên hespan de bin."

Siwarê ji parêzgeha Loristanê, Mihemed Qelawend got: "Ez siwarekî ji Loristanê me. Ev hesp jî yê Kak Burhan Ehmedpûr e ji bajarê Sineyê. Ev cara pêncem an şeşem e em beşdarî van festîvalan dibin. Bi rastî ev çalakiyeke gelekî baş e ji bo danasîna hespan û siwarên wan."

Ev kombûn ne tenê pêşbirkeke werzişî ye; belkî di heman demê de xwedî girîngiyeke mezin a çandî û aborî ye. Beşdar destnîşan dikin ku lidarxistina pêşbirkên lez, ciwanî û nimayişê, bazara kirîn û firotina hespan vejîne dike. Ev yek rê li ber xwedîkerên hespan vedike ku ligel parastina vê mîrateya dîrokî, kar û dahatê zêdetir bikin.

Xwediyê hespê û siwar Mehdî Heyderiyan got: "Pêwîst e ev pîşesazî bê geşkirin, çunkî pîşesaziyeke gelekî taybet û kêmwêne ye li ser asta Îranê. Hespê kurdî berhema resen û serbilindiya vê deverê ye, ango ya Kirmaşanê ye; Kirmaşan jî bajarekî kevnar û xwedî dîrokeke kûr e. Ji ber vê yekê divê çerxeke wisa bê çêkirin ku ev pîşesazî ji aliyê maddî û aborî ve jî sûdê bide û bi awayekî xurt bimeşe."

Xwediyê hespê û siwar Hêmin Zîcî jî kêfxweşiya xwe ya ji bo amadebûn di festîvalê de anî ziman û ragihand: "Îro em li Mayeştê lê amade bûn, kalîte û asta wê pir pir baş û bilind bû; em ji dil destxweşiyê li amadekar û birêveberên wê dikin."

Beşdarbûyên Festîvala Siwarên Mayeştê hêvî dikin ku ev celeb çalakî li bajarên din ên Kurdistanê jî berdewam bin, da ku hespê resen ê kurdî ne tenê li herêmê, lê belê li ser asta navneteweyî jî bi awayekî fermî bê naskirin û tomarkirin.