Li Pakistanê 11 kes di teqîneke xwekujî de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşeke xwekujî li bakurê Pakistanê de, herî kêm 11 kes hatin kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn. Hevdem ligel vê êrîşê, alozî û amadekariyên ewlehiyê li seranserê welêt zêde bûne û hikûmetê rêyên sereke yên ber bi paytextê ve bi temamî girtine.
Ajansa Reutersê îro 26ê Îlona 2026an belav kir, li xaleke kontrolê ya polîsan li Pakistanê teqîneke xwekujî rû daye. Tîmên hawarhatinê yên Pakistanê ragihandin ku teqîn li bajarê Dêra Îsmaîl Xan pêk hatiye û di encamê de 11 kes hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve, rayedarên paytext Îslamabadê rêyên sereke yên ber bi bajêr ve girtin û wek bersivek ji bo xwepêşandana plankirî ya ku biryar bû roja yekşemê bihata lidarxistin, hejmareke zêde ya bend û berbestan danîn. Vê rêkariyê tevgera trafîkê û jiyana rojane li herêmê bi temamî felç kir.
Ajansa AFPê li ser zarê berpirsên ewlehiyê yên Pakistnê, zêdetirî 22 hezar endamên hêzên ewlehiyê hatine erkdarkirin, da ku hemû rêyên çûnûhatinê yên bo nav paytext Îslamabadê bigirin û rê li ber hatinûçûna navbera herêma Xeyber Pextûnxiwa û paytextê bibirin. Rêyên sereke yên bilez, dergeh û çarriyên girîng ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine asêkirin.
Tevî van tedbîrên tund ên ewlehiyê, rêxistinkerên xwepêşandana Tevgera Însaf a Pakistanê (PTI) – bi serokatiya serokwezîrê berê yê girtî Îmran Xan – ragihandin ku wan xwepêşandana xwe ya mezin bo hefteyekê dereng xistiye.