Îranê geştên xwe yên asmanî yên bo Iraq û sê welatên din ragirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Firokxaneya Navdewletî ya Îmam Xumeynî li Tehranê ragihand, tevî hilweşandina geştên ber bi çend welatên herêmê ve, geştên wan ên asmanî yên ber bi Tirkiye, Malezya, Çîn, Pakistan, Viyetnam û Efxanistanê ve li gorî xişteya diyarkirî berdewam dikin.

Rêveberiya firokxaneyê îro 26ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de da zanîn, geştên ber bi welatên Iraq, Îmarat, Oman û Gurcistanê ve hatine ragirtin. Di daxuyaniyê de her wiha hate tekezkirin ku hewlên wan berdewam in, da ku di zûtirîn dem de geştên ragirtî ji nû ve werin destpêkirin.

Ev pêşveçûn di demekê de ne ku di 8ê Îlonê de Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihandibû ku wan cezayên nû li ser 36 sazî û aliyên peywendîdar ên sektora firokewaniya Îranê sepandine, ku di nav wan de 27 şîrketên xetên asmanî hene.

Di encama van cezayan û li gorî raspardeyên fermî yên aliyên peywendîdar, Firokxaneya Navdewletî ya Necefê ya Iraqê ji roja 25ê Îlona 2026an ve, hemû geştên esmanî yên çûn û hatinê yên ligel Îranê heta demeke nediyar bi temamî rawestandin.

Ji aliyekî din ve, Hikûmeta Iraqê îro da xuyakirin ku ew ligel rêveberiya Amerîkayê di nav danûstandinên rasterast de ne, bi armanca ku çend firokxaneyên Iraqê ji qedexeya geştên asmanî yên ligel Îranê werin efûkirin û hevahengî ji bo kêmkirina bandora van cezayan were çêkirin.