Binalî Yildirim: Li gorî destûrê, Kurd û Tirk di hemû mafan de wekhev in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Binalî Yildirim ragihand, li gorî destûra bingehîn Kurd û Tirk di hemû maf û erkan de wekhev in. Yildirim her wiha aşkere kir, ti pirsgirêka dewletê ligel gelê Kurd nîne û tekez kir ku PKK gihiştiye wê baweriyê ku xebata çekdarî bêkêr e û ber bi qonaxa danîna çekan ve gavan diavêje.
Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Binalî Yildirim îro 26ê Îlona 2026an, ji Kurdistan24ê, bal kişand ser pirsa Kurd li Tirkiyeyê û pêwendiyên dîrokî yên di navbera her du neteweyan de.
Yildirim di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wekheviyê kir û got: "Kurd afrîdeyên Xwedê ne û di warê maf û welatîbûnê de bi temamî ligel Tirkan wekhev in. Ji dema damezrandina Komara Tirkiyeyê ve em bi hev re ne û mafê ti aliyekî ji yê din zêdetir nîne. Di dîroka vî welatî de kesayetên kurd gihîştine bilindtirîn pileyên dewletê yên wekî Serokomariyê û Wezaretan; lewma em li dijî her cûre cudakariyeke neteweyî ne."
Derbarê şer û pevçûnên çekdarî de, serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê destnîşan kir, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî bi dehsalan ji şerkirinê, di dawiyê de gihîştiye wê baweriyê ku bi rêya çekê nikare ti armancekê bi dest bixe.
Yildirim herwiha got: "Niha em ketine qonaxeke nû ku ber bi danîna çekan û rawestandina çalakiyên çekdarî pêngav têne avêtin. Dema ku ev pêvajoya çekdarî bi dawî bibe, ti pirsgirêk li holê namîne; ji ber ku pirsgirêka dewletê tenê ligel tundûtûjiyê bûye, di demekê de ku mafên Kurdan di destûrê de garantîkirî ne."
Binalî Yildirim got jî: "Her kesê ku tundûtûjî û terorê red bike û piştevaniya wê neke, ti pirsgirêka me pê re nabe, Ebdullah Ocalan jî di nav de. Çunkî îro PKK bi temamî gihîştiye wê baweriyê ku bijardeya çekdarî bêkêr e û di riya danîna çekan de ye."