Araqçî: Vekirina Tengava Hurmizê bi cîbicîkirina mercên me ve girêdayî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, Tehran ji berteka destpêkê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li hember pêşniyara wan a ji bo rawestandina şer û vekirina Tengava Hurmizê agahdar e, lê tekez kir ku heta niha bi rêya navbeynkaran ti bersiveke fermî negihîştiye wan û ew ê li gorî helwesta dawî ya Washingtonê biryara xwe bidin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî îro 27ê Îlona 2026an ji televîzyona fermî ya welatê xwe re axivî û got: "Me berteka destpêkê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê pêşniyara me de bihîst; lê belê heta vê kêliyê ti bersiv an peyameke fermî bi rêya navbeynkaran negihaye destê me. Em li bendê ne ku navbeynkar nêrîn û helwesta dawî ya Washingtonê bigihînin me û li ser vî esasî em ê biryara pêwîst bidin."
Derbarê dosyeya ewlehiya deryavanî û çûnûhatina keştiyan li Tengava Hurmizê de, Wezîrê Derve yê Îranê careke din amaje bi daxwazên welatê xwe kir û diyar kir: "Mercên me bi temamî zelal û aşkere ne; her tevgerek an pêngavek bi mebesta vekirina tengavê, girêdayî cîbicîkirin û bicihanîna hemû wan mercan e."
Araqçî di dewama axaftina xwe de girîngî da bijardeya dîplomasiyê û got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Washingtonê re, ji bilî danûstandineke dadmend ku parastina mafên gelê me misoger bike û bersiva daxwazên me yên rewa bide, ti rêyeke din nîne."