Xwendekar û mamosteyên Qamişlo daxwaza perwerdeya bi kurdî tê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan xwendekar û mamoste îro 27ê Îlonê li pêşiya avahiya Rêveberiya Navçeya Qamişloyê kom bûn û xwepêşandaneke berfireh li dar xistin. Xwepêşanderan bi berzkirina dirûşma “Zimanê me kurdî ye, mafê me destûrî ye” daxwaz kirin ku zimanê Kurdî di Destûra Sûriyeyê de wek zimanê fermî bê çespandin û perwerdeya temamî ya bi zimanê dayikê bê pejirandin.
Mamosteyeke zimanê Kurdî ya ku beşdarî çalakiyê bûye, derbarê sedema nerazîbûnan de ji peyamnêrê Kurdistan24ê re axivî û bal kişand ser destkeftiyên salên dawî: "Zêdetirî mehekê ye em bênavber li kolanan in û daxwaza mafên xwe yên bingehîn dikin. Pêwîst e zimanê Kurdî bi rengekî fermî di destûra dewletê de cih bigire. Ev 13 sal in li van herêman perwerde bi zimanê Kurdî tê meşandin; xwendekarên me ji pola yekem heta amadehî û zanîngehê bi zimanê xwe xwendine. Di demekî weha de, biryara Wezareta Perwerdeyê ya ku Kurdî tenê daxe sê saetan di hefteyekê de, bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Wê mamosteyê her wiha destnîşan kir ku boykotkirina dibistanan didome û got: "Werzê nû yê xwendinê nêzîkî mehekê ye dest pê kiriye, lê xwendekarên me derbasî polên xwendinê nabin û dibêjin heta ku mafê wan ê rewa bi dest nekeve, perwerdeyê nabînin."
Herwiha diyar kir: "Em îro li ber Rêveberiya Navçeya Qamişlo kom bûne, da ku dengê me bigihe parêzgeha Hesekê û Wezîrê Perwerdeyê yê Şamê daku dev ji vê biryarê berdin. Wek gelê Kurd em ê heta gihîştina mafên xwe qadan neterikînin."
Ev pêla xurt a nerazîbûna xelkê herêmê piştî daxuyaniya Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Turko hat, ku tê de ragihandibû li gorî Biryarnameya Serokatiya Sûriyeyê ya hejmar 13 a sala 2026an, zimanê Kurdî li dibistanên dewletê tê qebûlkirin.
Li gorî biryara hikûmeta Şamê:
- Zimanê Kurdî tenê wek "zimanekî niştimanî" tê pênasekirin.
- Tenê li wan deverên ku piranî Kurd in, heftane bi qasî 3 dersên bijarte (ligel waneyeke çalakiyan) di bernameya fermî de cih digire.
Tevî vê gava desthilatdarên Şamê, mamoste, xwendekar, saziyên civaka sivîl û xelkê Rojavayê Kurdistanê vê biryarê wek paşguhkirin û sînordarkirina zimanê kurdî dibînin.
Daxwaza sereke ya çalakvanan ew e ku li herêmên wan sîstemeke perwerdeyê ya serbixwe û temamî bi zimanê Kurdî ji bo hemû pirtûk û zanistan (matematîk, fîzîk, kîmya û hwd.) bi awayekî fermî bê nasîn, ne ku Kurdî tenê wek dersên bijarte bimîne.