Koçberên Mûsilê yên li Kampa Mamliyan daxwaza çareserkirina rewşa jiyana xwe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nêzîkî 13 sal in beşek ji koçberên Kurd ên Mûsilê li Kampa Mamliyan a ser bi navçeya Akrê ve dimînin. Ev koçber ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê û qutkirina hemû alîkariyan, di rewşeke dijwar a mirovî de dijîn û bi bêhêvîtî li benda çarenivîsa xwe ne.

Piştî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê li ser parêzgeha Neynewayê, zêdetirî 160 malbatên Kurd ên xelkê bajêr koçberî Kampa Mamliyan bûn. Tevî ku salên dirêj li ser têkçûna DAIŞê derbas bûne jî, ji ber desteserkirina mal û milkên wan ji aliyê hêzên çekdar ve li nava Mûsilê, heta niha nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Muxtarê Kampa Mamliyan, Ezîz Hesen, derbarê rewşa kambax a kampa wan de ji Kurdistan24ê re axivî û da zanîn: "Beriya niha hinek alîkarî digihîştin me, lê nêzîkî du sal in ku hemû cûre alîkarî bi temamî li ser me hatine birîn. Xelk niha di bin keper û xanîkên tenekeyî de di şert û mercên herî xirab de jiyana xwe didomînin û çarenivîsa me ber bi nediyariyê ve diçe."

Qadir Selîm, koçberekî din ê xelkê Mûsilê ye, balê dikişîne ser bêdengiya desthilatdarên Bexdayê û dibêje: "Hikûmeta Iraqê heta niha ti gavek ji bo çareserkirina pirsgirêkên me neavêtiye. Em nikarin vegerin ser malên xwe û ji ber nebûna belgeyên fermî û nasnameyên jidayikbûnê ji bo zarokên me, em bi zehmetiyên gelek mezin ên yasayî û civakî re rûbirû ne."

Herwiha koçberê bi navê Hesen Ezîz jî tekez kir ku ji ber dagirkirina deverên wan ên li Mûsilê ji aliyê komên çekdar ve, rê li ber vegera wan hatiye girtin û hikûmeta Iraqê jî ti çareseriyekê naxe rojevê.

Li şûna ku hikûmeta navendî ya Iraqê rêyeke bingehîn ji bo vegerandina xelkê û vegerandina milkên wan ên dagirkirî bibîne, hemû alîkariyên mirovî li ser wan birîne; ev biryar jî bûye barekî gelekî giran li ser milê van malbatên bêderfet.