Ciwanên Kurd li Çiyayê Meqlûbê 400 balinde azad kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek ciwan, xwebexş û çalakvanên jîngehparêz ên ji her du navçeyên Berdereş û Şêxanê berê xwe dan binara Çiyayê Meqlûbê û di çalakiyeke xwebexş de, 400 balindeyên ji cureyên cuda berdan hembêza sirûştê.
Çalakvanan bi hildana alayên Kurdistanê û hilgirtina qefesên balindeyan ber bi zinar û çiyayê herêmê ve meşiyan û tê de dehan kew, kevok û balindeyên din hebûn, ber bi asmanê azad ve firandin. Armanca sereke ya vê pêngavê zindîkirina sirûşta devera Çiyayê Meqlûbê û bilindkirina hişyariya jîngehî ye.
Serpereştê çalakiyê Şemsedîn Mesûd derbarê vê destpêxşeriya ciwanan de diyar kir ku çiyayên herêmê pêdivî bi zindîkirinê heye û got: "Komek ji ciwanên dilsoz û jîngehdost hewl didan siruşteke saxlem û ciwantir bafirînin. Çend sal in li ser hev Çiyayê Meqlûbê rûbirûyî şewatê dibe û ev yek bûye sedem ku hejmara balinde û ajalan gelekî kêm bibe. Ji ber vê yekê, me hewl da komeke balindeyên resen ên deverê bikirin û careke din li vî çiyayî azad bikin."
Di heman çarçoveyê de, çalakvan Silêman Nûrî bal kişand ser parastina jîngehê û peyamek arasteyî nêçîrvanan kir: "Peyama me ji bo tevahiya xelkê û nexasim nêçîrvanan ew e ku dawî li nêçîrkirina van balindeyan bînin. Nêçîrkirina van çûkên bêguneh di nava vê sirûşta bedew de, ne karekî rewa ye. Sirûşt bêyî hebûna ajelan û balindeyan bê wate ye. Pêwîst e em hemû bi hesteke berpirsyarî nêzîkî axa xwe bibin û jîngeha xwe wek bibika çavên xwe biparêzin."
Ev çalakiya ciwanên Berdereş û Şêxanê ji aliyê welatiyên deverê ve bi germî hat pêşwazîkirin. Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku xebatên wan ên bi vî rengî ji bo dewlemendkirina jîngeh û canewerên kûvî li herêmê dê berdewam bin.