Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Îlona 2026an, pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.
Li gorî daxuyaniya hevdîtinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel pîrozkirina destbikarbûna wî, hemû piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji balyoz re ragihand û di erkê wî de hêviya serkeftinê jê re xwast.
Her di wê civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser têkilî û dostaniya dîrokî ya di navbera Kurdistan û Awistiryayê de.
Balyozê Awistiryayê jî spasiya piştevaniya Serokwezîr kir û xwasteka welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê di warên curbecur de nîşan da.
Di beşeke din a hevdîtinê de, guhertin û geşedanên herî dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.