Wezareta Şehîdan û Dezgeha Şehîdan a Iraqê yadaşta wekhevkirina mûçeyan îmze dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Şehîdan a Iraqê yadaşteke hevtêgihîştinê îmze kir. Li gorî yadaştê, ji niha û pê ve mûçeyên kesûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê dê ligel ên Iraqê bên wekhevkirin.

Yadaşta hevkariyê ji aliyê Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdistanê Ebdullah Hacî Mehmûd û Serokê Dezgeha Şehîdan a Iraqê Ebdulîlah Waîlî ve hat îmzekirin.

Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: "Ev hevtêgihîştina ku îro me ligel Dezgeha Şehîdan a Iraqê îmze kir, dê bibe destpêkeke gelekî girîng ji bo misogerkirin û piştevanîkirina maf û tevahiya şayisteyên darayî yên malbat û kesûkarên şehîdan."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Dezgeha Şehîdan a Iraqê Ebdulîlah Waîlî ragihand, armanca rêkeftinê karkirina hevbeş û hêsankirina karûbarên kesûkarên şehîdan e, her wiha aşkerekirina gorên bikom û avakirina pergaleke elektronî ya hevbeş e, ligel hewldana berdewam a ji bo nasandina tawanên Enfalê û kîmyabarana Helebceyê li ser asta navdewletî.