Li Serdeştê 4 hektar daristan şewitîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Daristan û Parastina Jîngehê yê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ji ber derketina agirekî, çar hektar ji daristanên berûyê li devera Şelmaşê şewitîne û zirar dîtine.
Rêveberê Daristan û Parastina Jîngehê yê Serdeştê, Bextiyar Xizriyan, ji ajansa fermî ya Îranê (IRNA) re da xuyakirin, agir ji ber pûşê hişk ê herêmê bi lez belav bûye û qadeke berfireh vegirtiye. Lê belê bi hewldana tîmên jîngehparêz û bi hevkariya gundiyên herêmê, agir hat kontrolkirin û rê li ber karesateke mezintir hat girtin.
Xizriyan derbarê zirarên agir de eşkere kir ku agir li bilindahiyên devera Şelmaşê û ketiye û got: "Ev 11emîn bûyera agirketinê ye ku îsal li sînorê bajarê Serdeştê tê tomarkirin. Bi giştî ji destpêka îsal ve heta niha nêzîkî 74 hektar ji daristanên vî bajarî bûne xwelî."
Her wiha da zanîn, beriya werzê havînê, wan çendîn kursên rahênanê ji bo rûniştvanên gundan vekiribûn, da ku fêr bibin di rewşên wiha yên lezgîn de çawa destwerdanê bikin û rê li ber berfirehbûna agir bigirin.
Bextiyar Xizriyan bal kişand ser giringiya ekolojîk a herêmê û destnîşan kir, xwezaya Serdeştê yek ji çavkaniyên herî dewlemend ên zincîreçiyayên Zagrosê ye. Li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wek qadeke stratejîk a jîngehî tê hejmartin û parastina wê berpirsiyariyeke hevpar a xelkê û saziyên pêwendîdar e.
Li gorî amarên fermî, bajarê Serdeştê xwediyê mezintirîn rûbera daristan û çêrgehan e li seranserî parêzgeha Urmiyê. Li bajêr 90 hezar hektar daristan û 30 hezar hektar mêrg û çêrgeh hene. Li daristanên herêmê ji bilî gihayên xweristî û dermanî, zêdetirî 100 cureyên daran hene ku piranî ji wan darên berû, qezwan û kirosk in.