Danûstandinên Hewlêr û Bexdayê bo dabînkirina nefta spî hatin destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo dabînkirina nefta spî hatine destpêkirin û heke nefta spî ji aliyê hikûmeta federal ve neyê şandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe dê neftê bikire û bi nirxê piştevanîkirî li ser welatiyan parve bike.

Çavkaniyekê ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, bo Kurdistan24ê ragihand ku Herêma Kurdistanê bo îsal pêdivîtî bi 268 milyon û 710 hezar û 800 lîtrên nefta spî heye, yanî divê 200 lîtran bo yek milyon û 343 hezar û 553 malbatan bên dabînkirin.

Wê çavkaniyê da zanîn jî ku ew ligel Bexdayê di danûstandinan de ne û bi îhtîmaleka mezin hikûmeta federal dê pêdivîtiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê dabîn bike. Di îhtîmala dabînnekirina wê de jî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî nivîsareka fermî bo dabînkirina mafên darayî yên pêdivî arasteyî Encûmena Wezîran kiriye, da ku nefta spî ji bazarî bikirin û bi nirxê piştevanîkirî li ser welatiyan parve bikin.

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî daxwaza nêzîkî 538 milyon lîtrên nefta spî ji Îraqê kiriye da ku vê zivistanê du bermîlên neftê yên 200 lîtrî bidin her malbatekê, belê hêşta Bexdayê bi fermî bersiva daxwaza wan nedaye.

Çavkaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî amaje jî da ku heta niha proseya parvekirina nefta spî li ti deverên Herêma Kurdistanê dest pê nekiriye, belê di meha 10ê de dê ji deverên çiyayî dest pê bike.

Her wê çavkaniyê ron jî kir ku di van du hefteyan de mijara dabînkirina neftê dê bê yekalîkirin û mîkanîzma parvekirinê jî di serî de bo deverên çiyayî ye, paşê derdorên bajaran û piştî bidawîbûna wan her du deveran, parvekirin di navendên bajaran de dê dest pê bike.

Her sal ligel nêzîkbûna demsala zivistanê, dabînkirina nefta spî bo malan dibe yek ji pirsên giring ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî bo deverên çiyayî ji ber dijwariya keşûhewayê û daketina bilez a pileyên germiyê.