Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê; ji wekhevkirina mûçeyan heta vekirina gorên bikom

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Şehîdan a Îraqê yadaştek îmze kir ku li gorî bendên wê yadaştê, ji niha û şûn de mûçeyên kesûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê ligel ên Îraqê tên wekhevkirin û lijneyeka bilind jî ji bo bicihanîna xalên wê tê pêkanîn.

Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdula Hacî Mehmûd îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de ligel Serokê Dezgeha Şehîdan a Îraqê Ebdulîla Naîlî, îmzekirina yadaşteka hevfêmkirinê di navbera her du aliyan de ragihand ku li gorî wê lihevkirinê, ji niha û şûn de mûçe û mafên darayî yên kesûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê ligel hevtayên wan di hikûmeta federal de tên wekhevkirin.

Di çarçoveya wê konferansa rojnamevanî de, Ebdula Hacî Mehmûd tekez li ser giringiya vê pêngavê kir û got: "Ev hevfêmkirina ku îro me ligel Dezgeha Şehîdan a Îraqê îmze kiriye dê bibe werçerxan û destpêkeka gelek giring bo piştevanîkirina mafên darayî yên kesûkarên şehîdan û qerebûrkirina wan a mînevî û madî li gorî qanûnên heyî."

Serokê Dezgeha Şehîdan a Îraqê Ebdulîla Naîlî jî ji aliyê xwe ve di wê konferansa rojnamevanî de amaje da: "Pêdivîtiya me bi hevahengiyeka bihêz heye ligel Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku em bi hev re xizmeta malbatên şehîdan bikin; bi taybetî ku di qanûnê de amaje bi mafên malbatên hêzên Pêşmerge û şehîdên Herêma Kurdistanê hatiye kirin."

Naîlî ron jî kir ku armanc ji vê yadaştê tenê pirsa mûçeyan nîne, belkî karkirina hevpar e bo derbazbûna ji wan astengiyên îdarî û qanûnî yên ye yên ku di rêya karûbarên kesûkarên şehîdan de ne.

Navborî eşkere jî kir ku ew yadaşt gelek tewerên giring vedigire, wekî:

- Wekhevkirina mûçeyan: Wekhevkirina mûçe û mafên darayî yên kesûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê ligel hevtayên wan li Îraqê.

- Sîstemeka elektronî ya hevpar: Avakirina bingehekê û databeyseka kesanî ya elektronî ya Yekgirtî, ji bo hêsankarî û birêvebirina bilez a karûbaran.

- Doza gorên bikom: Zêdekirina bizavên meydanî bo vedîtin, pişkinîn û vekirina gorên bikom li deverên cihê cihê.

- Navdewletîkirina tawanan: Hevahengiya berdewam a di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser asta navdewletî, ji bo nasandina tawanên pêla Enfalê û kîmyabarankirina Helebceyê wek jenosîd.

Her du aliyan di dawiya wê konferansa rojnamevanî de ragihand ku di vê qonaxê de lijneyeka hevpar a bilind di navbera Wezareta Karûbarên Şehîdan û Dezgeha Şehîdan a Îraqê de tê çêkirin, da ku bi awayekî kiyarkî û meydanî serperiştiya bicihanîna hemî xal û bendên nav wê yadaşta fêmkirinê bike.