Zanîngeheke serbixwe li Xaneqînê tê damezrandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Xwandina Bilind û Vekolanên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ligel Wezareta Xwandina Bilind a federal yadaşteka hevfêmkirinê îmze kiriye, ji bo çareserkirina pirsa îtîrafkirina bi Zanîngeha Germiyanê û damezrandina zanîngeheka serbixwe li bajêrê Xaneqînê.
Wezareta Xwandina Bilind û Vekolanên Zanistî îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, belav kir ku şandeka wê wezaretê bi endamtiya Serokê Zanîngeha Germiyanê, rêveberên giştî yên taybetmend û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, li avahiya Encûmena Nûneran a Îraqê civiya.
Ew civîn bi serperiştiya Serokê Lijneya Xwandina Bilind li Encûmena Nûneran a Îraqê û bi amadebûna şandeka Wezareta Xwandina Bilind a Îraqê û hejmareka parlamenterên Kurd li Bexdayê hat birêvebirin. Di wê civînê de gelek danûstandin li ser arêşeya îtîrafkirina bi Zanîngeha Germiyanê hatin kirin û her du alî gehiştin lihevkirinê.
Li gorî wê ragihandinê, xalên yadaşta hevfêmkirinê bi vî rengî ne:
- Damezrandina zanîngehekê li Xaneqînê: Zanîngeheka serbixwe bo bajêrê Xaneqînê tê damezrandin û hemî wan kolêjan vedigire yên ku niha li sînorê wî bajêrî ne û girêdayî Zanîngeha Germiyanê ne.
- Serokatiya zanîngehê: Serokê zanîngeha nû ya Xaneqînê dê kesatiyekî xelkê wî bajarî be.
- Proseya wergirtinê: Dergehê wergirtinê li wê zanîngehê bo hemî xwendekarên Herêma Kurdistanê û deverên din ên Îraqê dê vekirî be.
- Îtîrafkirina bi Zanîngeha Germiyanê: Hemî kolêjên Zanîngeha Germiyanê (bi kolêjên Xaneqînê jî ve) ji roja damezrandin wan ve ji aliyê hikûmeta federal ve bi fermî îtîraf pê tê kirin.
Wezareta Xwandina Bilind amaje da wê yekê jî ku bi merema pejirandina dawiyê, ew yadaşt dê ji aliyê Wezîrê Xwandina Bilind û Vekolanên Zanistî ve pêşkêşî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bê kirin.