Bêgerd Talebanî: Kabîneya Nehê kerta çandinê kiriye kerteke zindî

Bêgerd Talebanî
Bêgerd Talebanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandin û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku peydakirina derfetên karî di kerta çandinê de berê 12% bû, belê di kabîneya nehê de gehiştiye 18%.

Wezîra Çandin û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di bernameya "Basi Roj"ê ya Kurdistan24ê de hin haydarî li ser rewşa çandinê û derfetên karî dan.

Bêgerd Talebanî ragihand: "Data ji me re dibêjin ku kabîneya nehê kariye çandinê bike kertekê zindî, bi rengekî ku peydakirina derfetên karî berê 12% bû, belê di kabîneya nehê de gehiştiye 18%."

Wezîra navborî ron jî kir ku di kabîneyên berê de veberhênana di kerta çandinê de 1.5% bû, belê di kabîneya nehê de gehiştiye 10%. Niha Herêma Kurdistanê du hezar projeyên perindeyan hene û 56 kargehên berhemanîna hêkan hene, ku dikare pêdivîtiya sûkên Îraqê jî dabîn bikin.