Li Dîlokê rûdaneke trafîkê çê bû; kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Di rûdaneka trafîkê de li sînorê qezaya Nûrdaxê ya girêdayî parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di navbera otobuseka rêwiyan û timbêleka taybet de, 17 kesan canê xwe ji dest da ku du ji wan zarok in û 16 kesên din jî birîndar bûn.

Îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, di rûdaneka trafîkê de li qezaya Nûrdaxê ya girêdayî parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber lihevdana dijwar a di navbera otobuseka rêwiyan û timbêleka taybet de, 17 kesan canê xwe ji dest da ku du ji wan zarok in û 16 rêwiyên din jî birîndar bûn; li gorî agahiyên fermî jî sedema vê rûdanê "derbazbûna şaş" bûye.

Ev rûdan li ser rêya sereke ya di navbera Dîlok û Osmaniyeyê de li nêzîkî gundê Acarobayê yê girêdayî qezaya Nûrdaxê çê bûye. Otobuseka rêwiyan ku ji parêzgeha Hatayê berê xwe dabû Dîlokê, bi tundî ligel timbêleka taybet li hev daye; ji ber hêza lihevdanê jî otobus wergeriyaye û timbêla taybet jî bi temamî pûç bûye.

Cîgirê Parêzgarê Dîlokê Îlker Eker ji cihê rûdanê ragihand: "Li gorî lêkolînên destpêkê, sedema çêbûna vê rûdanê bo wê yekê vedigere ku şofêrê timbêla taybet bizav kiriye ku bi rengekê şaş derbaz bibe û bi wê sedemê xwe li otobusê daye."

Cîgirê parêzgar amaje da wê yekê jî ku her 17 kesên di wê rûdanê de canê xwe ji dest dayî şofêr û rêwiyên nav timbêla taybet bûn, ku du ji wan zarok in. Herwesa 16 rêwiyên nav otobusê jî birîndar bûn û ji bo wergirtina tiptenduristiyê ji bo nexweşxaneyên deverê hatin veguhastin, ku rewşa tenduristiyê ya yek ji wan necîgir e.

Yekser piştî çêbûna wê rûdanê, hejmareka zêde ya tîmên polîs, cendirme, berevaniya şaristanî, tîmên rizgarkirina tenduristiyê û Dezgeha Rewşên Awarte û Felaketan a Trikiyeyê (AFAD) gehiştin cihê wê rûdanê û dest bi karên derxistina terman û veguhastina birîndaran kir.

Piştî wê rûdanê jî, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çftçî û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di peyameka hevxemiyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hêvî xwest ku birîndar zû baş bibin.