Piştî firotina 3 tonan li Akrê, tehîna Barzan û Bilê gehişt Hewlêrê
Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêşangeha berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de li bajêrê Hewlêrê, berhema tehîna Barzan û Bilê bala welatiyan kişandiye ser xwe û daxwazeka zêde li ser wê heye. Berhemînerekî wê tehînê jî eşkere dike ku piştî firotina sê tonan li pêşangeha Akrê, ew texmîn dikin ku di dema pênc rojên pêşangeha Hewlêrê de firotina wan bibe nêzîkî 9 tonan.
Di pêşangeha taybet a firotin û nasandina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de li bajêrê Hewlêrê, ji aliyê welatî û serdankeran ve pêşewaziyeka berçav li tehîna Barzan û Bilê hat kirin.
Xwediyê branda tehîna Barzan û Bilê di axaftinekê de bo Kurdistan24ê ragihand: "Di dema sê rojên pêşangeha berhemên navxweyî yên Akrê de, me karî sê tonên tehînê bifiroşin. Niha jî ku em hatine Hewlêrê, ji ber baweriya xelkî bi kalitiya berhema me, em di wê hêviyê de ne ku di van pênc rojên pêşangehê de heşt heta neh tonên tehînê bifiroşin."
Li ser taybetmendî û kalitiya wê berhemê, wî berhemînerî ron kir ku tehîna wan bi temamî ji kuncîyên xwezayî û navxweyî yên devera Barzanê tê çêkirin û bi awayekê çandî tê berhemanîn.
Wî herwesa got: "Em kuncîyan bi aşê berî yê Kurdî dihêrin, ne ku bi amûrên elektrîkî yên nûdem, ji ber ku aşê berî nabe sedema germbûna kuncîyan û hemî bêhn, tam û pêkhateya wan a xwarinê ya xwezayî diparêze, berevajî tehîna hawirdekirî ku bikir nizane çend madeyên parastinê yên kîmyayî tê de hene."
Berhemînerê tehîna Barzanê amaje da wê yekê jî ku ji ber wê pêşangehê, ji Dihok û Akrê jî daxwaziyeka zêde gehiştiye wan û xelk bo kirîna rêjeyên zêde berê xwe didin Hewlêrê.
Di dawiyê de jî destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji ber vekirina pêşangehên bi vî rengî, û daxwaz kir ku ev festîval berdewam bin û got: "Pêdivî ye ev pêşangeh salane û berdewam bin, da ku xelkê me berhemên xwe yên 100% paqij û navxweyî binase û berê xwe nede kirîna berhemên biyanî û hawirdekirî."