Serok Barzanî: Tirsa wê yekê li cem min heye ku dîsa DAIŞ vegere

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel kanala El-Şerqiyeyê behsa rewşa niha ya Îraqê û deverê kir û tê de ragihand: " Tirsa wê yekê li cem min heye ku dîsa DAIŞ vegere."

Serok Barzanî amaje bi civîneka bilind a wê demê li Bexdayê kir, ku tê de wezîrên berevaniyê û navxwe yên Îraqê amade bûn, û got: "Li sala 2011ê, ku nêzîkî 100 hezar leşkerên Amerîkî li Îraqê bûn, gelek civîn li Bexdayê li ser wê yekê hatin kirin ka gelo em ligel Amerîkiyan biçin nav lihevkirineka dualî an divê biçine derve. Di yek ji civînan de, ku wezîrê berevaniyê û wezîrê navxwe jî tê de amade bûn, min got: 'Êm li vê derê danûstandinan li ser çi dikin? Bila em pirsyarê ji wan bikin ên rasterast girêdayî doza ewlehiyê ne.' Min ji wezîrê berevaniyê pirsî: Gelo te hêz û şiyana wê yekê heye ku welatî biparêzî?' Got: 'Sond bi Xudê tiştekî min nîne.' Min ji wezîrê navxwe pirsî, wî jî got: 'Sond bi Xudê ez nikarim yek leşkergehê jî biparêzim'."

Serok Barzanî her li ser wê civînê got: "Her di wê civînê de min ji amadebûyiyan pirsî: 'Baş e, eger niha efserekî Amerîkî bê vê holê, nikare me hemiyan desteser bike?' Yek ji amadebûyiyan got: 'Ne efser, belku leşkerekê asayî jî dikare wê yekê bike.' Min jî got: 'Yanî ne çêtir e lihevkirinek hebe da ku bi kêmî ve qonaxa dagirkirinê bi dawî bê, serweriya me vegere û lihevkirineka dualî di navbera me de hebe?' Belê wan guh nedayê û hevrikiya siyasî pê kir, di encamê de Amerîkî çûn û DAIŞ hat, û ez ji eynî senaryoyê ditirsim."

Li ser cudahiya rewşa niha û ya borî, Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku rewş hatiye guhartin û ragihand: "Rewş niha cuda ye, wê demê wan hêzan bi xwe navê dagirkeran li xwe kiribû û wekî hêzeka dagîrker jî serederî dikir, belê li sala 2014ê û piştî hatina DAIŞê, hikûmeta Îraqê di wê demê de pena bir ber Amerîkayê, welatên Ewropayê û NATOyê; wan digot: ji bo xatira Xudê, di hawara me werin û alîkariya me bikin."

Serok Barzanî li ser deshilatên serokwezîrê Îraqê û arêşeyên li beranber birêvebirina dewletê jî got: "Di rastiyê de asteng û berbest li beranber her serokwezîrekî hebûn; serokwezîrî helbijartina temam di destî de nebû û xwediyê deshilata temam nebû, belku ta radeyekî îrade jê hatibû zeftkirin. Ew partiyên ku hene û di pileya yekem de jî Çarçoveya Hevahengiyê berpirsyariyê hildigirin, ji ber ku ew in ên ku dest bi desthilatdariyê kiriye. Ev jî şaşiyeka gelek mezin e, nabe tenê yek pêkhate desthilatdariyê bike."

Li ser wê yekê ka gelo niha tenê Çarçoveya Hevahengiyê desthilatdariyê dike, Serok Barzanî ragihand: "Hema bibêje hemî tişt di destê wan de ye, hemî deshilat di destê wan de ye. Li ser wê bingehê, me li hev kiribû ku em vegerin ser bingeha hevparî, hevdengî û hevsengiyê; eger ev bê bicihanîn, baş e, belê eger li ser eynî rêçika berê berdewam bin, hingê di rastiyê de tenê Çarçove ye ku desthilatdariyê dike."

Di bersiva wê pirsyarê de ku eger Partiya Demokrat a Kurdistanê, Tevgera Sedir û aliyên din di qadê de amade nebin, desthilatdarî dê çawa bi rê ve biçe, Serok Barzanî got: "Dê desthilatdariyeka kêmendam be, dê hukimekî îflîc bê eger Tevgera Sedir amade nebe, eger em amade nebin û eger aliyên din jî amade nebin, bi piştrastî ve desthilatdarî dê îflîc bibe."

Li ser bizavên paşguhxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê di qonaxên borî de û hevrikiya parvekirina postan, Serok Barzanî tekez kir: "Ew di wê baweriyê de bûn ku bi wan karan hêza xwe nîşanî PDKê didin, difikirîn ku bereyeka mezin in û dikarin bi tenê Îraqê birêve bibin û PDKê paşguh bixin; bêguman ew tûşî wî rengê wehmê bûbûn. Gelek kesan bizav bo paşguhxistin û dûrxistina PDKê kir, belê di encam de ew bi xwe hatin paşguhxistin û derxistin, û PDK wekî xwe ma."

Serok Barzanî li ser metirsiya pêkdadanên navxweyî û rêkxistina çekên wan komên çekdar jî ragihand: "Hêvîdar im ev mijar negihîje asta şer û pêkdadanê, ji ber ku ew ne di berjewendiya Îraqê de ye, ne ya Herêma Kurdistanê û ne jî ya ti aliyekî me; belê ev mijar dê çawa bê yekalîkirin? Bi rastî ez zehmet û dijwar dibînim."

Li ser diyarikirina javanekî bo bidawîanînê wê pirsê, Serok Barzanî got: "Bi piştrastî ve diyarikirina dîroka 30ê Îlonê gelek giran e, lê eger çend mehên din jî pê ve biçin û ev mijar bi awayekî aştiyane bê çareserkirin, hingê dê bibe destkeftî û serkeftin bo hemî Îraqê û bo xwediyê wan komên çekdar jî. Ya giring ew e ku çek divê di bin kontrola hikûmetê û qanûnê de be, eger bê bikaranîn jî, tenê bi fermana fermandariya bilind be, ne ku her kesek bi heza xwe serederiyê bike."

Li ser rola Îranê di vê dozê de û rêyên çareseriyê, Serok Barzanî amaje kir: "Ya giring ew e ku ev doz bi rêya aştiyane bê çareserkirin; çi ligel Îranê be an ligel her aliyekî din ê Îranê, ew pêngaveka baş e, belê ez dijwar dibînim ji ber ku hin kes hene ku ji vê rewşê mifadar in, lewra ew bi hêsanî dest ji çekî bernadin."

Li ser zextên Waşintonê û îhtimala sepandina cezayên aborî li ser Îraqê, Serok Barzanî hişyarî da û got: "Ev jî mijareke gelek giring e û divê li ber çav bê wergirtin; eger Amerîkayî cezayan li ser Îraqê bisepînin, welat dê hevrûşî arêşeyên gelek mezin bibe. Eger pirsa çekî neyê çareserkirin, Îraq dê xûka wê bide, çi bi cezayên aborî be an bi veqetiyan û vederiya navdewletî; ev hemî dê bi ser Îraqê de bên, ez pêşbîniyeka weha dikim."