Bi sê dronan êrîşî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, berbanga îro 28ê Îlona 2026an, Kampa Azadiyê ya li qezaya Koyeyê ji aliyê sê dronan ve hatiye armanckirin.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, êrîş di navbera saet (01:40) û (02:10)ê berbangê de pêk hatiye. Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku xweşbextane di encama êrîşê de ti ziyana canî çênebûye.

Pêştir Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê metirsiya êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de ragihandibû, di dema borî de zêdetirî 1000 êrîşên mûşekî û dronî li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.