Berhemê birincê Akrê gehiştiye zêdetirî 13 hezar tonan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezaya Akrê, cotkaran bi das û deraseyan dest bi dirûtin û civandina berhemê birincê îsal kiriye. Rêveberiya Çandinê ya devera Akrê jî pêşbînî dike ku berhemê îsal bigehe zêdetirî 13 hezar tonan.
Piştî derbazbûna pênc mehan ji renc û westiyanê, cotkarên sînorê Akrê dest bi civandina berhemê birincî kir, bi taybetî jî cûnên Tehalif û Misrî ku ji cûnên din zûtir digehin. Cotkarên wê deverê diyar dikin ku ji ber hebûna aveka zêde û keşûhewayekê guncayî di îsal de, berhemê birincî gelek baş û bibereket bûye, heta li hindek gundên wekî "Hêrtinê" jî piştî 20 salan ji rawestiyanê, dîsa dest bi çandina birincî hatiye kirin.
Li gorî amarên Rêveberiya Çandinê ya Akrê, îsal li sînorê wê qezayê birincî li ser nêzîkî 13 hezar û 500 donemên erdî hatiye çandin, tê pêşbînîkirin jî ku qebareya berhemê îsal bigehe zêdetirî 13 hezar tonan.
Rêveberê Çandinê yê Akrê Fazil Mistefa di vî warî de ragihand: "Çandina birincî bi vî awayê berfireh û bi cûnên cuda cuda bo zêdebûna rêjeya barîna berf û baranan di werzê borî de vedigere, ku bûye sedema vejîna çavkaniyên avê û peydabûna aveka zêde bo cotkaran."
Îsal li devera Akrê heft cûnên cuda cuda yên birincî hatine çandin, ên herî berçav jî Şeşmehî, Sedrî, Tehalif, Bêndar, Kesnedîtî û Misrî ne. Herwesa di bazaran de jî, li gorî cûn û kalitiya birincî, nirxê yek kîlogramê di navbera 2.000 heta 4.000 dînaran de daye.