Îraq: Çarenivîsa hebûna hêzên biyanî di destê Bexdayê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku Hikûmeta Îraqê bûye xwediya biryara dawiyê di diyarikirina xwezaya hebûna leşkerî û ewlehiyê ya hêzên biyanî li ser axa welatê xwe de. Herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku hemî operasyon û erkên asmanî bi awayekê serbixwe tên birêvebirin.
Berdevkê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Seid Mein îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de bo rojnamevan diyar kir ku hemî erkên asmanî di asmanê Îraqê de bi serxwebûna temam û bêyî piştbestina bi Hevpeymaniya Navdewletî tên bicihanîn.
Berdevkê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê diyar jî kir ku piştî radestkirina bingeha sereke ya hêzên Amerîkayê li Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û gehiştina bi lihevkirinekê ligel Tirkiyeyê bo vekişandina hêzên wê ji bingeha Başîkê li parêzgeha Neynawayê, Îraqê cihê xwe di kontrolkirina dozên ewlehiyê de bihêztir kiriye.
Seid Mein herwesa got: "Bexda tekezê li ser berdewamiya hevkarîyên ewlehiyê li gel hevparên navdewletî dike, lê li ser bingeha rêzgirtina dualî û bi awayekî ku serwerî û serxwebûna biryara Îraqê parastî be."
Navborî tekez jî kir ku bihêzkirina serweriya Îraqê û parastina yekparçeyiya axa wê ligel birêvebirina serbixwe ya doza ewlehiyê stûnên sereke ne bo dabînkirina aramî û cîgiriyê di welatî de. Eşkere jî kir ku ev pêngav dibin sedema paldana peywendiyên herêmî û navdewletî yên Îraqê ber bi asoyeka berfirehtir ji hevkariya berhemdar.
Ev jî di demkê de ye ku Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji vekişîna hêzên Amerîkayê bêyî dabînkirina sîstemeka berevaniyê diyar kir û ragihand ku parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê hikûmeta federal e û Pêşmerge jî bo her pêşhateka nû amade ye.