Hizbullaha Iraqê gefa rûxandina hikûmeta Elî Zeydî dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî pilebilind ê Hizbullaha Iraqê gef xwar ku eger helwesteke tund li dijî dorpêça ser Îranê neyê nîşandan, ew ê hikûmeta Serokwezîr Elî Falih Zeydî birûxînin û deriyên sînorî yên wan welatan bigirin ku beşdarî dorpêçê bûne.

Berpirsê di Ketaîb Hizbullaha Iraqê de, Ebû Mucahîd Esaf di daxuyaniyekê de ragihand, eger piştî 1ê Cotmhehê dorpêça asmanî ya li ser Îranê berdewam bike, ew ê li hemberî hikûmetê helwesteke pir tund nîşan bidin. Esaf herwiha gef xwar ku dê deriyên sînorî li ber wan welatan jî bigirin ên ku tevlî dorpêçkirina gelê Îranê bûne.

Esaf da zanîn, gelê Iraqê dê di 30ê Îlonê de derxistina hêzên Amerîka û NATOyê ji axa Iraqê pîroz bike û ev yek wek "destpêka serweriya temam û serxwebûna biryarên siyasî û aborî yên welêt" binav kir.

Wî berpirsê Ketaîb Hizbullahê rasterast gef li Serokwezîr Elî Falih Zeydî û aliyên piştgirên wî xwar û ragihand, eger li dijî dorpêçan helwesteke zelal nîşan nedin, ew ê bi hemû rêyan kar ji bo rûxandina hikûmetê bikin.

Derbarê rewşa qada asmanî de, Esaf aşkere kir ku "Berxwedana Îslamî" çavdêriya asmanê Iraqê dike, daku ji aliyê firokeyên Amerîkayê ve neyê binpêkirin.

Esaf hişyarî da ku di gava yekem de ew ê hişyariyê bidin wan firokeyan û di gava duyem de jî dê wan bixin xwarê. Herwiha bang wî li nivîsgeha serokwezîr kir ku çavên xwe ji van binpêkirinan negire, bi taybetî binpêkirinên ku li gorî gotina wî piştî 1ê Cotmeha 2026an dê rû bidin.