Kurdistan24 alîkariya darayî pêşkêşî Ferhad Nerîman dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanê behremend ê kurd Ferhad Nerîman, ku berê navê wî di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de hatibû tomarkirin, rêbazeke nû ji bo fêrbûna hevdemî ya zimanên kurdî û îngilîzî pêş xist. Di heman demê de, Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê ji bo piştgirîkirina şiyanên ciwanan biryar da ku piştevaniya darayî bide projeya wî.

Ferhad Nerîman bi rêya teknîkeke nûjen û bi piştrastbûna li ser şiyana "bîra demdirêj", ziman fêrî fêrxwazan dike. Nerîman derbarê taybetmendiya vê rêbazê de ji Kurdistan24ê re axivî û da zanîn, bi girêdana rasterast a zimanê biyanî bi zimanê dayikê re, fêrbûna îngilîzî dûrî tevliheviya rêzikên rêzimanê û têgehan, bi awayekî pir hêsan pêk tê.

Derbarê şêwazê karê projeyê de, Ferhad Nerîman diyar kir ku di destpêkê de plana wî ew bû ku vê rêbazê di çarçoveya pirtûkekê de belav bike, lê ji bo gihandina sûdeke mezintir, bîra xwe veguhart projeyeke berfireh a dîjîtal. Ev proje ji 23 sepanên (aplîkasyon) cuda pêk tê ku her yek ji wan dê bala xwe bide ser beşekî taybet ê fêrbûna ziman.

Nerîman ev bîrokeya xwe li ser torên civakî jî belav kir û di demek kurt de rastî pêşwaziyeke germ a fêrxwaz û welatiyan hat.

Ferhad Nerîman li ser serpêhatiya tomarkirina navê xwe di Pirtûka Guinnessê de got: "Ez di yek demê de ji her du beşên mêjiyê xwe sûdê werdigirim; li aliyekî min hejmar dixwendin û li aliyê din jî min dilîst. Ev çalakî li welatê Swêdê birêve çû û min karî bi serkeftî navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de tomar bikim."

Piştî ku vî dahênerê ciwan xwast aliyek piştgiriya wî bike daku bikaribe vê projeyê bi awayekî bêpere bixe xizmeta hemû fêrxwazan; Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê ji bo handan û pêşxistina behreya ciwanên jêhatî, biryar da ku hemû pêdiviyên darayî yên projeyê bigire ser milê xwe, daku Ferhad Nerîman bikaribe projeya xwe bi serkeftî temam bike.