Tevgera Vejînê li Batmanê çalakiya "Sonda Jiyana bi Kurdî" li dar xist
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Vejînê ya Kurdistanê roja 27ê Îlona 2026an, li bajarê Êlih bi navê "Sonda Jiyana bi Kurdî" çalakiyeke girseyî ya protestoyî lidar xist.
Li gorî daxuyaniya Tevgera Vejînê ya Kurdistanê, di doza neteweyî de qonaxeke nû dest pê kiriye û hêzên ku dixwazin hişyariya nû ya neteweyî di qalibên xwe de mehkûm bikin, êdî nikarin pêşî lê bigirin. Tevgerê destnîşan kir ku ji bo vê hişyariya neteweperweriyê bigihînin girseyan, rêya herî bibandor lidarxistina çalakiyên meydanî ye.
Derbarê naveroka çalakiyê de hat diyarkirin ku hinek endam û alîgirên wan bi navê "Xwedayê Kurdistanê" sond xwarin ku ji niha û şûn ve li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de tenê bi zimanê kurdî biaxivin û têkiliyên xwe deynin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya helwesta zimanî û wiha hat gotin: "Rijdbûna li ser axaftina bi zimanê kurdî, ne tenê mijareke zimanî ye; mesele ji vê yekê gelekî wêdetir e. Helwesteke bi vî rengî yek ji rêyên ragihandina têkoşîneke nû ya neteweyî ye. Ev çalakî parçeyek ji rêbaza nû ya têkoşînê ye ku ew jî 'Berxwedana Pasîf' e."
Tevgera Vejînê ya Kurdistanê bang li hemû gel, rewşenbîr û dilsozên ziman û doza neteweyî kir ku tevlî çalakiyê bibin û bi hevre dengê doza neteweyî bilindtir bikin.