Ji bo çareserkirina kêşeya avê li Koyeyê: Daxwaza lêdana 4 bîran hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Parlamentoya Iraqê ji fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Avêsta Mam Yehya, ji bo çareserkirina qeyrana kêmbûna ava vexwarinê li qezaya Koyeyê, bi nivîseke fermî daxwaz ji Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê kir ku 4 bîran li herêmê bikole.
Li gorî daxwaznameya ku Avêsta Mam Yehya pêşkêşî Wezareta Çavkaniyên Avê kiriye, ji ber ku dûriya di navbera Koye û Hewlêrê de nêzîkî 75 kîlometre ye û qeza bi taybetî di werza havînê de rûbirûyî kêmbûna tund a ava vexwarinê dibe, pêwîst e wezaret bilez erêkirinê li ser projeya lêdana 4 bîran bide.
Her wiha di daxwazê de hatiye diyarkirin, ji ber zêdebûna hejmara akinciyan û kêmbûna jêderên avê, xelkê Koyeyê bi zehmetiyên mezin re rûbirû ne û armanca vê projeyê dabînkirina ava pêwîst e ji bo rûniştvanên deverê.
Wê parlamenterê di daxwaznameya xwe de cihên lêdana van bîran destnîşan kirin û diyar kir, 2 bîr li kêleka Hewza Mehmûde li devera Heybet Siltan û 2 bîr jî li kêleka Hewza Kîle Xware li devera Hemamokê.
Ev daxwaz di çarçoveya karûbarên rûniştina şeşemîn a Parlamentoya Iraqê de rasterast ketiye ber destê Wezareta Çavkaniyên Avê, daku wezaret bersiveke fermî û pêwîst bide û dest bi bicihanîna projeyê bike ji bo ku kêşeya avê li Koyeyê were çareserkirin.