Îraq geştên xwe yên asmanî bo Îranê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Hêla Asmanî ya Îraqê ragihand ku di çarçoveya bizavên hikûmetê bo bihêzkirina peywendiyên dualî de, di Cotmeha bê de dîsa geştên xwe yên asmanî ji Balafirxaneya Navdewletî ya Necefê bo Îranê û berovajî jî dest pê dike.

Kompaniya Hêla Asmanî ya Îraqê ragihand ku di Cotmeha bê de dîsa geştên xwe yên asmanî bo Îranê dest pê dike. Wê kompaniyê di daxuyaniyekê de ron kir ku ev pêngav di çarçoveya giringîdana hikûmetê bi bihêzkirina peywendiyên dualî û dabînkirina hêlên veguhastina asmanî de tê.

Destpêkirina geştan bi bizavên berdewam û spartina rastrast a Serokwezîr Elî Falih Zeydî û şopandina berfireh a Wezîrê Veguhastinê Weheb Hesen bûye, ku di encamê de bizav bo bidestxistina destûriya geştkirinê bo Îranê serkeftî bûn.

Kompaniya navborî diyar jî kiriye ku tîmên Kompaniya Hêla Asmanî ya Îraqê bi lez kar bo amadekirina balafiran û temamkirina pêdivîtiyan dikin. Armanc ji wan amadekariyan ew e ku di Cotmeha bê de geşt ji Balafirxaneya Navdewletî ya Necefê bo Îranê û berovajî jî dest pê bikin.

Ev biryar di demkê de ye ku kompaniyên asmanî yên Îranê ji 23ê Îlonê ve geştên xwe bo Îraqê rawestandine. Hêla Asmanî ya Îraqê jî ji destpêka meha Adara borî ve wekî rêkareka xweşparastinê bo parastina selamtîya geşt û geştyaran li beranber aloziyên leşkerî, geştên xwe bo wî welatî rawestandibûn.

Hêla Asmanî ya Îraqê tekez jî dike ku destpêkirina geştan dê piştî temamkirina hemî pêdivîtiyên rêkxistinî û teknîkî be. Armanca kompaniyê ji wan rêkaran jî ew e ku karkirina geştan li gorî rênimayiyên pejirandî be.