Serok Barzanî: Divê hemî arêşe bi destûrê bên çareserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat Lord Michael Ashcroft kir û di wê hevdîtinê de xebata gelê Kurdistanê, çanda pêkvejiyanê û giringiya pabendbûna hemî aliyan bi destûrî li Îraqê hatin tekezkirin.
Serok Mesûd Barzanî Îro Sêşemê, 29ê Îlona 2026ê, pêşwazî li kesatiyê diyar ê Brîtanyayî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.
Li gorî daxuyaniya Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de Lord Ashcroft kêfxweşiya xwe bo serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê diyar kir û rêz û hurmet bo wan pêngavan hebû yên ku bi merema vejîn, cîgirî û pêşveçûna Herêma Kurdistanê hatine avêtin.
Lord Ashcroft tekez jî kir ku divê rastiya Herêma Kurdistanê û doza Kurd li ser astê cîhanî çêtir bête nasandin û qurbanîdana Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê tîrorîstên DAÎŞê de bilind nirxand.
Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Lord Ashcroft kir, herwesa kurtiyek li ser dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê di sed salên borî de berçav kir û amaje da çanda dewlemend a pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê û tekez li ser pêdivîtiya çareserkirina doza rewa ya gelê Kurdistanê bi rêya diyalog û awayên aştiyane kir.
Di pareka dî ya axaftina xwe de, Serok Barzanî ronahî berda ser rewşa Îraqê û tekez li ser pabendbûna hemî aliyan bi destûrî kir, ji bo tenahiyê û çareserkirina arêşeyan.