Li Stenbolê dest bi ser balafireke Îranî de hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara dadgeheka Tirkiyeyê, li Balafirxaneya Navdewletî ya Stenbolê dest bi ser balafireka geştyaran a girêdayî Hêla Asmanî ya "Caspian"ê ya Îranî de hat girtin û hemî swarên wê hatin daxistin.
Medyayên Tirkiyeyê belav kir ku destbiserdegirtina wê balafirê li ser bingeha gilîkirina Rêveberiya Balafirxaneya Stenbolê bûye, ew jî ji ber nedana xerciya wan xizmetkariyên ku pêşkêşî balafirên kompaniya navborî hatine kirin, ku koma deynên serhevbûyî digehe sê milyon euroyan.
Biryara dadgehê di demkê de hatiye bicihanîn ku swar di nav wê balafirê de bûn û amadekarî bo firînê ber bi Îranê ve dihatin kirin, lê piştî derketina wê biryarê rê li firîna wê balafirê hat girtin û hemî geştyar bi neçarî hatin daxistin.
Medyayên Îranê jî herwesa amaje bi wê yekê kiriye ku ew balafira ku hatiye desteserkirin ji cûnê "Boeing 737" e û bi hinceta deynekê sê milyon dolarî geşta wê hat hilweşandin.
Ji aliyekê dî ve jî, Berdevkê Hêla Asmanî ya Caspianê ya Îranî Mecîd Îxwan bo Ajansa "Fars News"ê ragihand ku kompaniya wan hemî rêkarên qanûnî û kargêrî li Tirkiyeyê bo çareserkirina wê arêşeyê bi cih anîne, bi merema destpêkirina geştên xwe di zûtirîn dem de.