Îraq: Parlamenterekî din tê zîndanîkirin û divê 28 milyar dînaran jî vegerîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Tawanan a Dijî Gendeliyê cezayê 7 salên zîndanîkirinê bo parlamenterekî Îraqî derxist û biryar da ku zêdetirî 28 milyar dînaran ji wî bên standin.
Dadgeha Tawanan a Dijî Gendeliyê îro Sêşemê, 29ê Îlona 2026ê, biryara cezakirinê bo parlamenterê Îraqî Mihemed Ferman Şahir Cibûrî derxist û ragihand ku bi rengekê kiyarkî 7 salan tê zîndanîkirin, herwesa bi vegerandin û cezakiriina zêdetirî 28 milyar dînaran jî hat pabendkirin.
Desteya Destpakiyê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ron kir ku dadgehê du ceza li ser wî parlamenterî sepandine; cezayê yekê 7 salên zîndanîkirinê bo destkeftiyên neqanûnî û cezayê duyê 3 sal bo veşartina darayî. Li gorî qanûn û biryara dadgehê, tenê cezayê giran (7 salên zîndanîkirinê) tê bicihanîn.
Ji aliyekê dî ve jî, dadgehê biryareka dadperwerane da bi vegerandina hemî wan paran ên ku bi rengekê neqanûnî bi dest wî ketine, ligel cezakirinê bi eynî rêjeyê, ku hejmara giştî ya wî pereyî dibe 28 milyar û 157 milyon dînar, herwesa dest bi ser hemî mal û milkên wî de jî tê girtin.
Kempeyna Serê Sibehê yek ji mezintirîn operasyonên rûbirûbûna gendeliyê ye di dîroka nû ya Îraqê de. Hêzên Dezgeha Dijeterorê û hêzên taybet ên artêşê li serê beyaniya roja Yekşemê, 28ê Xazîrana 2026ê, kempeyneka berfireh bo ser mal û cihên manê yên bi dehan berpirsên bilind, endamên Parlamentoya Îraqê û bazirganên mezin li Devera Kesk û çendîn parêzgehên din dest pê kir.
Armanca sereke ya vê kempeynê hilweşandina torên rêkxistî yên gendeliyê û vegerandina wan pere û samanên zêde ye, ên ku ji dahata giştî hatine dizîn. Di qonaxa yekê ya wê operasyonê de, bi dehan kesatiyên bilind hatin girtin. Diyartirîn kesên hatine girtin Wekîlê Berê yê Wezareta Petrolê Ednan Cumeylî, Wekîlê Wezareta Petrolê Elî Mearic û hejmareka endamên Parlamentoya Îraqê û berpirsên din bûn.
Di encama pişkinîn û biserdagirtina malên tawanbaran de, hêzên ewlehiyê dest bi ser hejmareka mezin a pereyê neqdî de girtiye ku qebareya wî bi bi dehan milyon dolarên Amerîkayî û bi sedan milyar dînarên Îraqî tê texmînkirin. Di eynî demê de dest bi ser bi dehan timbêlên bibiha, zêr û tapoyên xwedîtiya bi sedan acahiyan de jî hatîye girtin.