Serok Barzanî: Hevparî, hevsengî û hevdengî bingehên damezrandina Îraqê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneka taybet de ligel kanala "Al Sharqiya"yê, behsa komeka pirsên giring û hestiyar ên girêdayî rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û guherînên Rojhilata Navîn dike.

Serok Mesûd Barzanî ragihand ku dezgehên destûrî yên Iraqê welat bi rêve nabin, belkî desthilat di destê "dewletkên paralel" de ye. Haydarî jî da ku eger Iraq venegere ser bingehên sereke yên pêkvejiyanê û bicihanîna destûrê, sîstema siyasî dê rastî hilweşînê bibe.

Dîroka Xebat û Federaliyê

Serok Barzanî diyar jî kir ku piştî rûxana rejîma berê di sala 2003ê de, xebata gelê kurd gihîşt qonaxeke nû ku tê de Parlamentoya Kurdistanê federalî erê kir, wek amrazek bo avakirina Iraqeke nû. Herwesa got: “Pareke mezin a xewn û xebata gelê kurd bi cih hatiye, lê ne hemî.”

Serok Barzanî ron jî kir ku federalî bi manaya parvekirina dadperwerane ya desthilat û saman tê, lê baweriya pareke zêde ji desthilatdarên Bexdayê bi vê bingehê nîne û heta niha jî çanda desthilatdariya navendî zal e; li ser vê yekê hişyarî da ku "hukimê navendî berê bi asin, agir, çekên kîmyayî û Enfalê hat ceribandin û şkestin xwar û herifî, lewma her desthilateke din jî berê xwe bide wê rêbazê, qedera wê jî dê her herifîn be."

Pekxistina Destûrê û Sê Bingehên Sereke

Serok Barzanî tekez jî kir ku piştî 2003ê lihevkirin hatibû kirin ku İraqa nû li ser sê bingehên sereke (hevparî, hevsengî û hevdengî) bê avakirin û destûr jî bi vê ruhiyetê hatiye nivîsîn, lê di rastiyê de nehatiye bicihanîn.

Herwesa got: "Em rastî rewşeke ecêb dibin; em li ser bernameya hikûmeta Iraqê li hev dikin û îmza dikin, lê her ku hikûmet hat pêkanîn, destûr û lihevkirin tên paşguhxistin û gêwlê kesî dibe biryarder." 

Nîşan jî da ku destûr nexşerê ye bo çareserkirina hemî arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, eger wek dadwer û navbeynkar bê pejirandin, arêşe dê pir bi sadeyî çareser bibin.

Kabîneya Zeydî û doza çekên bêdestûrî

Serok Barzanî piştgiriya xwe bo Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî tekez kir û got: “Zeydî kesekî ciwan e û xwediyê niyeteka pak û durist e, me di pirsên berhingarbûna gendeliyê de bi temamî alîkarî kiriye, û hemî ew tohmetbarên ku pare dizîbûn û hatibûn Herêma Kurdistanê, me radestî Bexdayê kirine.

Di derheqz doza sînordarkirina çekan li bin destê dewletê de jî, Serok Barzanî ev yek wek erkekê giran bi nav kir ji ber hebûna aliyên mifadar ji wan çekan û hişyarî da: "Em hêvîdar in ev pirs negihîje asta şerê navxweyî, ji ber ku di qazanca ti aliyekî de nîne, lê divê çek li bin fermana serkirdetiya giştî be, ne ku her komek bi heza xwe tevbigere."

Şerê Amerîka û Îranê, gefa DAIŞê û nemana dolarî

Serok Barzanî herwesa got: “Rewşa giştî ya Iraqê girêdayî encamên hevrikî û şerê di navbera Waşington û Tehranê de ye.” Herwesa hişyariyeke tund da wan aliyên ku dijatiya Amerîkayê dikin û got: “Eger Amerîka bi biryareke sade hinartina dolarî bo Iraqê rawestîne, piştî du heta sê mehan welat nikare mûçeyan bide; wê demê ew kesên muzayedeyê dikin bila bersivê bidin ku dê çi bikin? Di demekê de ku dahata Iraqê bi temamî li ser petrol ê ye.”

Li ser vekişîna hêzên hevpeymanan jî, Serok Barzanî ezmûna sala 2011ê bibîr anî, dema ku ji Wezîrê Berevaniyê û Wezîrê Navxweyî pirsîbû ka ew dikarin welat biparêzin û wan jî gotibû ku "heta bingeheke polîsan jî bi wan nayê parastin", ku paşê bû sedema karesata dagirkirina DAIŞê di sala 2014ê de.

Serok Barzanî herwesa got: “DAIŞ şkestî ye lê hêj gef e, û vekişîna hevpeymanan bêyî lihevkirina dualî derîyî li ber senaryoyên xeter vedike.”

Tê nûkirin…