Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê nexşerêya proseya aştiyê û PKKê nîqaş dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Birayar e ku Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê sibe bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê li Enqerê bicive, ku tê de nexşerêya proseya aştiyê û doza danana çekên PKKê dê mijarên tewerê sereke bin.
Li gorî raporta medyayên Tirkiyeyê, di wê civînê de bi rengekê berfireh helsengandin bo pêşhatên dawiyê yên ewlehiyê yên navxwe û derveyî welatî tê kirin û wezaret û dezgehên peywendîdar raport û zaniyarên pêdivî pêşkêşî encûmenê dikin.
Tewerê sereke yê wê civînê dê ew be ku nexşerêya proseya aştiyê eşkere bike; di wê çarçoveyî de jî "Qanûna Çarçoveyê", ku berê di Parlamentoya Tirkiyeyê de bi dengê 467 parlamentaran hatibû pejirandin, bo destpêkirina bicihanînê û destpêkirina proseya vegera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), çavê wê li biryara dawiyê ya Encûmena Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ye.
Her li gorî zaniyaran, eger Encûmena Ewlehiyê di vê civînê de bigehîjite wê biryarê ku PKKê dest bi proseya çekdananê kiriye, hingê dê dest bi bicihanîna wê qanûnê bê kirin û di qonaxa yekê de dê çend kom ji Qendîl û Ewropayê vegerin Tirkiyeyê.