Encûmena Wezîrên Iraqê projeqanûna Heşda Şeibî pejirand û dişîne parlamentoyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîrên Iraqê di civîna xwe ya asayî de, bi piraniya dangan pirojeqanûna xizmet û xanenişîniya Desteya Heşda Şeibî pejirand û biryar da ku arasteyî Parlamentoya Iraqê bike.
Çavkaniyekê ji Encûmena Wezîrên Iraqê îro Sêşem, 29ê Îlona 2026ê, ji peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan re ragihand: "Di civîna îro ya Encûmena Wezîran de, bi piraniya dangan deng li ser projeqanûna Heşda Şeibî hat dan û biryar jî hat dan ku bi merema pejirandin û dengdanê li ser wê, bo Parlamentoya Iraqê bê şandin."
Herwesa Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir ku Encûmena Wezîrên Iraqê civîna xwe ya asayî bi serokatiya Serokê Encûmena Wezîran Elî Zeydî kir û di dema civînê de danûstandin li ser rewşa giştî û hejmareka projeqanûn û biryarên giring hatin kirin.