Sûriyeyê desteserkirina şaneyeke girêdayî Hizbullahê li Derayê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên ewlehiyê yên Sûriyeyê ragihand ku di operasyoneke pêşwext de li parêzgeha Derayê li başûrê wî welatî, wan kariye planeka Hizbullaha Libnanî bo êrişeka mûşekî pûç bikin û hemî endamên şaneyeke girêdayî wê komê bigirin.
Li gorî raporteka ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA), Dezgeha Hewalgiriya Giştî îro Sêşem, 29ê Îlona 2026ê, bi hevahengî ligel hêzên ewlehiya navxwe, li devera Hewza Yermûkê li parêzgeha Derayê operasyoneke taybet kiriye û dest bi ser şaneyeka girêdayî Hizbullaha Libnanî de girtiye, ku mijûlî danana planeka têkderane bû.
Fermandariya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew şane ji sê kesan pêk dihat û piştî çavdêriyeka hewalgirî ya hûr hatine girtin, di demekê de ku mijûlî amadekirin û cîgirkirina çend platformên avêtina mûşekan bûn bi merema kirina êrişan û têkdana aramiya deverê.
Hêzên ewlehiyê tekez kir ku platformên mûşekan bi temamî hatine hilweşandin û dest bi ser wan de hatiye girtin, herwesa lêkolîn ligel tometbaran berdewam e daku bo dadgeha taybetmend bên şandin.
Ev jî di demekê de ye ku Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê di 16ê Tîrmeha borî de jî ragihandibû ku hêzên wan li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de dest bi ser barekî mezin ê çekên pêşkeftî de girtiye, ku bizav bo veguhastina wî Sûriyeyê bo Libnanê bo mifadarbûna Hizbullahê dihat kirin.