Elî Zeydî: Berpirsiyariya parastina Iraqê dikeve ser milê me hemûyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Falih Zeydî, îro 30ê Îlona 2026an bi fermî bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser axa Iraqê ragihand.

Merasîm li paytext Bexdayê bi amadebûna fermandarê hêzên hevpeymanan û hejmarek ji fermandarên yekeyên leşkerî û saziyên ewlehiyê yên Iraqê bi boneya "Roja Serweriyê" birêve çû.

Elî Zeydî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku Iraq îro berhema qurbanîdan û hewlên berdewam ên çend salên borî berhev dike, ku di encamê de dezgehên ewlehiyê karîn kontrola temam a rewşa ewlehî û meydanî li seranserî welêt pêk bînin. Zeydî diyar kir: "Dema ku gelê me berevanî li xak, bajar û navçeyên xwe yên ji aliyê terorîstan ve dagirkirî dikir, ew mêrxasî dê di bîra neteweyî de her zindî bimîne."

Xalên girîng ên daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê:

Serokwezîr Elî Zeydî di berdewamiya gotara xwe de girîngtirîn bend û pîvanên vê qonaxa nû bi vî awayî rêz kirin:

- Bidawîhatina erkê Hevpeymaniyê nîşana serkeftina hevkariya di navbera Iraq û welatên dost de ye li dijî rûpela herî tarî ya tundrewî û dirindetiyê di dîrokê de.

- Raperîna gel a mil bi mil ligel hêzên çekdar, qonaxeke nû afirand ku tê de pergala fermandariyê ji nû ve hat birêxistinkirin û hewl hatin yekxistin.

- Rêz û pêzanînên me bo hemû wan welatên ku beşdarî Hevpeymaniya Navdewletî bûn heye; bi taybetî bo fermanber, efser, rahêner û şêwirmendên wan ên ku mil bi mil ligel hêzên ewlehiyê yên Iraqê xebitîn.

- Bidawîhatina erkê leşkerî ya Hevpeymaniyê nayê wateya bidawîhatina şerê me yê li dijî terorê, belkû Iraq derbasî wê qonaxê dibe ku tê de berpirsiyariya temam a asayîş û aramiya xwe digire ser milên xwe.

- Veguhestina erkên Fermandariya Operasyonên Hevbeş bo Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, pêngaveke saziyî ye ji bo birêvebirina hewlan di bin desthilata dewletê û serkirdayetiya wê ya bilind de.

- Qonaxeke nû dest pê kiriye ku sernavê wê serweriya Iraqê, hêza saziyên wê, amadebûna hêzên leşkerî, yekrêziya biryaran û şirîkatiya hevseng ligel dostan e.

- Hevkariya ewlehiyê dê wek rêyeke vekirî ligel dostên di nav Hevpeymaniyê de bimîne û hîn çalak bibe; teknolojî û teknîkên dîjîtal jî bo piştgirîkirina aramiyê bên bikaranîn.

- Li gorî destûrê, banga merciyetê û daxwaza gelê me, ti çek li derveyî qanûnê û ti hêz jî li derveyî saziyên fermî yên dewletê nayên qebûlkirin.

Zeydî li dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ev erk bi serkeftin bidawî hat û îro berpirsiyariya parastina vê serkeftinê dikeve ser milê hemû pêkhateyên gelê Iraqê.