Elî Bapîr banga civîneke bilez a aliyên siyasî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr derbarê aloziyên Rojhilata Navîn û qonaxa piştî vekişîna hêzên Amerîkayê de, hişyariyeke tund da û bang li hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku ji bo avakirina gotareke niştimanî bilez bicivin.

Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr îro 30ê Îlona 2026an di peyamekê de ragihand, rewşa siyasî û aloziyên li cîhanê, Rojhilata Navîn û navxweya Iraqê gihîştine asteke metirsîdar û encamên wê bandor li ser tevahiya navçeyê kirine.

Elî Bapîr da zanîn, hemû dewlet li pey berjewendiyên xwe ne û bi rêya hevpeymanî û rêkeftinên cuda, hewl didin hebûna xwe biparêzin. Herwiha bal kişand ser welatên navçeyê û got: "Tevî bihêzbûna wan a ji aliyê aborî, leşkerî û siyasî ve, welatên cîran pêdaçûnê di siyaseta xwe de dikin û ji bo parastina berjewendiyên hevbeş hewl didin nêzîkî hev bibin."

Serokê Komela Dadgeriyê destnîşan kir, bi vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê ji roja 30ê Îlona 2026an pê ve, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke nû dibe. Elî Bapîr diyar kir: "Her çend ne diyar be ku dê encama rûdanan di vê qonaxê de bi kû ve biçe jî, ev serdem komek gavên hevgirtî ji aliyên siyasî yên Herêmê dixwaze û pêwîst e em ji ezmûna welatên din sûdê werbigirin."

Di beşeke din a peyama xwe de, Elî Bapîr bang li hemû aliyan kir ku bi berpirsiyarî tevbigerin, berjewendiyên giştî yên Herêma Kurdistanê deynin pêşiya hemû armancan û ji bo çareserkirina pirsên çarenivîssaz nakokiyên navxweyî bidin aliyekî.

Elî Bapîr pêşniyar kir jî, hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî bilez bicivin, da ku xeta giştî ya pêngavên bê ji bo yekgotarî û yekhelwestiyê diyar bikin. Herwiha daxwaz kir ku di vê kombûnê de ji bilî mijara helwesta neteweyî û yekrêziyê, ti mijareke din neyê rojevê.